Îranê di meha borî de 12 hemwelatiyên kurd darve kirine

Rêxistina Komelgeha Mafên Mirov a Kurdistanê, amara girtin û darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye û ragehand: “Di meha borî ya îsal de li Rojhilatê Kurdistanê 12 hemwelatiyên kurd hatine darve kirin.”

Rêxistina Komelgeha Mafên Mirov a Kurdistanê herwaha aşkera jî kiriye, di meha borî de zêdetir ji 63 hemwelatî û çalakvanên kurd ku 4 ji wan jin bûn, ji aliyê wezareta îstîxbaratê ya Îranêve hatine bang kirin, yan hatine girtin.”

Herwaha diyar kiriye: “Di wê mehê de, bi tometên bê bingeh, bi giştî cezayê 14 û 11 meh girtin ji bo 4 çalakvanên medenî û xwazaparêz hatine sepandin.”

Li gor amarên mehane yên Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê, di meha Kanûna îsal de, 9 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin û 166 kes ji aliyê Wezareta Îtilaata Îranê ve hatine gazîkirin û yan jî hatine girtin ku 7 ji wan jin in.” (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *