Tirkiye dîwarê betonî li ser sînorê Kobaniyê û Sirûcê lê kiriye û deriyê sînorê Murşitpinarê jî girtiye.
Çûyîn û hatina nêzî sînor ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve tê kontrolkirin û destûr ji bo herêma taybet a leşkerî nayê dayîn.
Hin penaberên ji Kobaniyê her roj tên meydana Sirûca û karê hemaliyê dikin. Lê çav û guhê wan tim li ser rewşa Kobaniyê ye.
Mehmûdê Hemed Elî yê 65 salî, koçberekî ji Bîrê Mameya Kobaniyê ye.
Ew 11 sal in ji Kobaniyê koçber bûye û bi malbata xwe re li Sirûca Rihayê bi cîh bûye. Ew êdî dixwaze vegere welatê xwe.
“Em dixwazin vegerin welatê xwe”
Penaberê ji Kobaniyê Mehmûdê Hemed Elî got, “Ez xelkê Kobaniyê me, li wê pir zilm li min bû û hatim vir.
Pîreka min wefat kir, zarokên min nexweş in. Ez dixwazim rewşa Kobaniyê rind bibe û em vegerin welatê xwe.”
Navenda navçeya Sirûcê, derdora 15 kîlometreyan ji Kobaniyê dûr e.
Di dema êrişên DAIŞê yên sala 2014an de ji sedhezarî zêdetir xelkê Kobaniyê xwe spartibû serxetê û li Sirûcê bûbûn penaber.
Koçberên ji Kobaniyê, di nav tirs û endîşeya êriş û operasyoneke nû ya Tirkiye û grûbên bi ser wê de jiyana xwe didomînin.
“Welatê meriv şêrîn e”
Penaberê ji Kobaniyê Ehmed Hiseyn wiha anî ziman, “11 sal in ez liv ir im. Em dixwazin vegerin welatê xwe.
Welatê meriv şîrîn e. Xelkê Kobaniyê dibêje rewşa me ne baş e, ditirsin.”
Xelkê Sirûcê jî wekî koçberên ji Kobaniyê bi endişe û fikar e.
Ew dibêjin, eger operasyoneke nû çêbibe ew dê zirar û ziyaneke mezin bigihîje xelkê Sirûcê û wê car din pêleke nû ya koçberiyê dest pê bike.
“Em naxwazin li vir şer çêbibe”
Niştecihê Sirûcê yê bi navê Ehmed wiha axivî, “Em bi xwe sed hezar in lê me li vir 250 hezar penaberan îdare kir.
Ma çima operasyon çêdibe, em naxwazin liv ir şer çêbibe.”
“Kobaniyê cîranê me ye”
Niştecihê Sirûcê Abdullah Çinar got, “Kobaniyê cîranê me ye. Em dixwazin şer çênebe û koçberên kobaniyê jî vegerin welatê xwe.”
“Eger şer çêbibê wê zirar bigihîje me hemûyan”
Niştecihê Sirûcê yê bi navê Şukrî fikarên xwe wiha anîn ziman:
“Ji bo Kobaniyê em dibêjin bila aramî hebe. Eger şer çêbibe em li vê herêmê dijîn, wê zirar bigihîje me hemûyan.”
“Dixwazin Kobaniyê biqedînin”
Niştecihê Sirûcê Namiq jî li ser Kobaniyê wiha axivî, “Dixwazin Kobaniyê biqedînin.
Xelkê Kobaniyê pir baş e. Li hemberî DAIŞê şer kir, şerekî çetin bû.”
Her çiqas agirbest hatibe ragihandin jî li Pira Qereqozak û Bendava Tişrînê ya Kobaniyê, komên çekdar ên di kontrola Tirkiyeyê de ne êrişên xwe didomînin û şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam dikin.
Tirkiye ji aliyê herêma Elbeyliya Kilisê ve sewqiyeta xwe ya leşkerî ji bo herêmên El-Bab û Cerablûsê didomîne û ji bo îhtimala êriş û operasyoneke ser Kobaniyê amadehiyên xwe yên ser zemîn û diplomatik jî didomîne.
Rûdaw