Îhtimala yekbûna Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê

Siddik BOZARSLAN

Bidestxistina bajaroka Minbicê ji DAIŞê ji aliyê hêzên kurdî ve di 12ê tebaxê 2016an da, perçeyek erd çêkir ku di bin kontrola Hêzên Demokratik ên Sûriyê (HSD) da ye û li dirêjayîya sînorê başurê Turkiyê dirêj dibe. Ev herêm, her wiha nêzîkî herêma Kurdistana Îraqê ye. Di destûra Îraqê ya 2005an da federalî hat dayîn bo herêma ku nufûsa wê kurd e. Bi vî awayî, her çiqas ne li gora dilê Serekomarê Turkiyê Recep Tayyip Erdogan be jî, îhtimala Kurdistaneke yekbûyî ya serbixwe ku li bakurê Sûriyê (xeta Rojava) û Iraqê (Herêma Kurdistanê) belav bûye, derkete holê.

Di 2016an da Erdogan operasyona Mertalê Firatê da destpêkirin û herêmek li bakurê Sûriyê ji Cerablus heta El-Bab bi dest xist. Du sal şûnda, operasyona Şaxa Zeytûnê pêk hat ku bi kontrolkirina Efrînê bi encam bû. Piştî ku Amerika di 2019an da ragihand ku ji hin herêmên Rojavayê vedikêşe, operasyona Kaniya Aştiyê da destpêkirin û “herêmeke ewle” li aliyê Sûriyê yê sînorê Turkiye – Sûriyê ava kir. Amanc ew bû ku ev der jibo bicîkirina penaberên Sûriyê yên ku nuha li Turkiyê ne, were bikaranîn. Hemî herêmên ku Erdogan bi dest xistine ji aliyê meclisên herêmî yên ku ji aliyê Turkîyê ve piştevaniya wan tê kirin ve tên birêvebirin, lîrayê turkî wek pereyê wan tê bikaranîn û di nav da dibistan, nexweşxane û postexane, bi awayekî mezin projeyên bingehîn ên tirkî sûd werdigirin. … Bêguman Erdogan hêvî dike ku bi domandina kontrolkirina beşên mezin ên Sûriyê yên ku bi dest xistine, li ser pirsgirêka kurdî bikar bîne. Lê belê, tevî pozisyona xwe ya siyasî ya serdest li Sûriyeya piştî Esed, ew ji vê yekê pir dûr e ku bikare wê bike. (Divê were gotin ku hemî operasyonên Turkîyê li herêmê, bi destûrên Amerika, Rusya û Îranê çêbûn- Siddîq)

”Kurd berî bi hezar salan jî li wir bûn. Xwedî genetika miletekî serbilind û serbixwe ne. Li dilê Rojhilata Navîn li ser erdê xwe jiyane û pêşve çûne. Ev gelê ku rastî gelek êrîşan hatîye, tevlîbûna bi dagirkeran ra red kirîye û çanda xwe parastîye. Her çiqas çîroka kurdan wekî çîroka gelê cihû be jî, di rastiyê da dîrokeke dirêj, tevlihev û zehmet a kurdan heye. Piraniya kurdan -nêzîkî 25 milyon- di nav sînorên Turkiyê da dijîn. Li Sûriyê 2 milyon kurd hene (kurd, wê reqemê wek 2,5 û 3 milyon nîşan didin), li Iraqê 5 milyon kurd dewleteke federalî ya nêzîkî serxwebûnê bipêş xist. Nêzîkî 7 milyon Kurd (çavkanîyên kurdan dibêjin 10 milyon) di nav rejîma tundrew a Şîî ya Îranê da jî asê mane.

Peymana Sevrê ya ku hilweşîna Împeratoriya Osmanî piştî Şerê Cîhanî yê Yekem nîşan dida, referandumek jibo biryara meseleya welatê Kurdistanê pêşbînî dikir. Ev referandum tu car pêk nehat û Peymana Sevrê bi xwe di 1922yan da bi damezrandina Komara Tirkiyê ya di bin rêvebiriya Kemal Ataturk da betal hat hesibandin. Piştre Peymana Lozanê hat îmzekirin û kontrola welatê Kurdistanê yê wê demê ji komarê ra hat dayîn. Bi xêzkirina pênûsa welatên serdest, zêdeyî 20 milyon kurd wek tirk hatin îlankirin.

Kurdên li Sûriyê vê yekê baş dizanin. Ew ê jibîr nekin ku rejîma Esed tiştekî wisa ji wan ra pêşkêş kiribû. Di Adara 2015an da, wezîrê ragihandinê yê wê demê yê Sûriyê ragihand ku hukumet fikirî ku xweseriya kurdî “di çarçoveya qanûn û destûrê da” nas bike. Di Îlona 2017an da wezîrê karên derve yê wê demê yê Sûriyê got ku dema DAIŞ têk biçe, Şam wê li ser dayîna xweseriya zêdetir ji kurdan ra bifikire. Bûyeran rê li ber van daxwazan girt û tiştekî wisa pêk nehat. Lê belê, lihevhatina Colanî ya bi kurdan ra jibo pêşerojê di nav destûra dewleta Sûriyê ya yekbûyî û nûkirî da, dikare bibe mînakeke baş. Her çiqas Erdogan ji bandora pêşveçûnên li Sûriyê ya li ser qada siyaseta navxweyî ya Turkiyê aciz be jî; dibe ku bibe şahidê naskirina herêmeke kurdî ya xweser di destûra nû ya Sûriyê da û di dawiyê da avakirina hevpeymaniyek di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê da.”

15/01/2025 / Netewe – Jêder ji Jerusalem Post

Xalîya ku Îranê di 30 salî da hunand; Îsrail, di 15 mehî da wê perçe kir!

Dewleta Îranê, bû 30 sal ku bi stratejîya ku ”şoreşê îxrac bike” Welatên Ereban, li ser bingehê avakirina ”Helqeya Berxwedanê” xebitîye. Di wê çarçoveyê da Îran, nufûza xwe  ”li ser hêzên îslamî yên Filistinî kirîye jibo berxwedana li dijî Îsraîlê. Rejima Tahranê, nexwestîye rasterast bi wan alîyan ra şer bike ku wan wek dijmin îlan kirîye. Di navbera vî sî salî da Îran, nufûza xwe li ser çar welatan daye qebûlkirin. Îran, di sala 2015an da hatîye radeyek ku Wezîrê Serekê Îstîxbaratê Haydar Muslihî, dema bersiva Serekwezîrê Îsraîlê Binyamin

Netanyahu daye; ”Îran, 4 paytextên welatên erebî xistîye bin kontrola xwe.” gotîye.

Rêvebirên Tahranê hew qas ji eyarê xwe derketine der ku di dema Serekcumhurê kevin

Hasan Ruhanî da Nûnerê Taybetî yê Karên Hindikayîyên  Etnikî û Olî Alî Yunusî gotibû ku

”Îraq, jibo Împaratorîya Îranê ya nû bûye paytext.” Axayê Alî Yunusî dema weha bêje, Serekê Olî, Axayê Alî Hamaney jî bêdeng namîne û di 2022yan da ”Politika me  ya aktif li Lubnanê, Îraqê û Surîyê, serketî bû ku Plana Amerikayê hilweşîne.” gotibû.

Ji ber van hewildanên Îranê bûn ku Serekwezîrê Îsrailê Netanyahu di civîna Neteweyên

Yekbûyî (NY) ya dawîyê da xerîteyek nîşan dide û welatên Îran, Îraq, Surîye, Lubnan û Yemenê wek ”Welatên Lanetlêhatî” bi navdike ku wan welatan jibo jîyana dewleta Îsraîlê bûne tehdît. Îranê, wê mesaja Netanyahu wek îlankirina şer qebûl kiribû ku li dijî Îranê û nufûza wan ya li Rojhilatanavîn e. Divê neyê jibîrkirin ku Îranê, çend caran li Tahranê eşkera kiribû ku ”divê dewleta Îsraîlê ji nexşeya cîhanê were hilweşandin!” Yanî Îranê bi awayeke resmî xwestîye koka cuhîyan li cîhanê qirbike ku ev bi gotina temam, cinawirî ye.

Îsraîl, li gora stratejî û taktikên şerê xweparastinê li dijî hêzên ku jibo dewleta wan dibin tehlûke û tehdît, dest bi hewildanên piralî kir. Li Beyruta Lubnanê di hewildaneke bombebaranê da Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hasan Nasrallah û Cîgirê wî Haşim

Safiyuddîn û bi dehan endamên rêvebir û fermandarên eskerîyê di carek da kuşt. Balafirên Îsrailê yên şer, li gora cîyê tespîtkirî ku Civîna Hizbullahê ya Giştî hebûye û ew bi sed mîtroyan di zerzemîna bin erdê da çêbûye; bi deh balafirên xwe bi tonan bombe avêtin ser heman nuqteyê û tevayîya wan kuştin. Bi awayeka dî Îsraîl, bi kirinên xwe nîşanî Îranê da ku ew xalîya ku Îranê di 30 salan da hunandîye, Îsrasîlê wê di 15 mehan da çirandîye, perçe kirîye û avêtîye nav sergûya dîrokê

Gelek sîyasetmedar û Hukumeta Îraqê, di wê bawerîyê da ne ku êrîşên Îsraîlê li dijî baregahên nufûza Îranê, bi rûxandina Rejima Beşar Esad ya Şamê ra sînorkirî nîne û stasyona nû jibo Îsraîlê, dewleta  Îraqê ye. Ji ber ku kontroleka mezin ya Îranê di çarçova sîyasî, aborî û eskerîyê da li ser hukumeta Îraqê heye û Îraq jibo Îranê cîyekî gelek giring û stratejik e. Loma Îran, wek li  Surîyê kir, dê li Îraqê tehemula derbexwarinê û têkçûnê bi hêsayî qebûl neke û dê li dijî Îsraîlê şer bike. Di rewşeke weha da dê çembera şerê Îsraîlê û Îranê fireh bibe û dikare hin dewletên dî jî têkevin nav vî şerî ku di serî da Amerika dê xwe li nav şerê li dijî Îranê bibîne. Lê îhtîmala şerekî weha dikare bibe alîkar ku Îraq, careke dî were ser xeta xwe ya dewletbûna serbixwe. Ev jî girêdayê sîyasetvanên  Îraqê ye ku bikaribin bikevin nav hewildanan ku statuya xwe ya serbixwe li dijî Îranê biparêzin.

Siteya analizên sîyasî ”Îranian Diplomacy” ku girêdayê grubên bijarte yên politika derve ya

Îranê ye, nivîsîye ku ”Hedefa dawî jibo Îsrailê, Îran e û Îsrail jibo ewlekarîya xwe dixwaze Rojhilatanavîneke nû avabike.” Li gora nûçeya Ajansa nîvresmî ya Îranê ISNAyê jî, Muhsîn Rizaî ku Endamê Konseya Teşxîsa Maslaheta Dûzena Îranê ye, gotîye; ”Îsraîl, amadekarîyê dike jibo êrîş bibe ser Îraqê. Hedefa planê ya piştî Îraqê jî dê êrîş bînin ser Îranê.” Bi tabîreka dî van du nûçeyên girêdayê Rejima Îranê didin xuyakirin ku bi êrîşên jibo Îraqê ra dê xerîteya Rojhilatanavîn were guhartin. Di vî nuqteyê da ez dikarim çend gotin jibo hevdîtina Netanyahu û Trump li Koşka Sipî ya Amerikayê ku roja 04.02.2025an da çêbû, bêjim. Di wê hevdîtinê da Trump dibêje ”Bila filistinîyên li Gazzayê ne, herin Misir û Urdun û derdorên dî yên ereban, rîyeka dî jibo wan tune!” Trump jibo Îranê jî got ”Nebe nebe hûn bersivek bidin jibo êrîşên li dijî Îsraîlê, ger hûn weha nekin, ez dê dewleta we ji erdê rakim!” Divê ez bêjim ku dema Netanyahu dest bi sefera xwe ya Amerikayê kir, wî ji çapemenîyê ra got ku ”Em dê Xerîteya Rojhilatanavîn ji nû ve çêkin!”

Li gora raporeka S&P Global Ratingsê amade kirîye, politika Donald Trump jibo bikaranîna dijberîya Îranê ya pîleya bilind, Rêxistina Welatên Petrol Difroşin (OPEC), dikare fireh bibe heta erdê Îraqê ku welatekî duyemîn e di derxistina petrolê da û navenda qaçaxîya petrolê ye. Rapor nîşan dide ku Îraq, rojê ji 4 milyon varîlî zêdetir petrol derdixe û rojane 3,6 milyon varîlan difroje derve. Ji ber ku têkilî û girêdanên SOMOyê, yanî Şirketa Bazarkirina Petrola Dewleta Îraqê, bi Îranê ra heye, dikare li ser hin wan dezgahan û şexsîyetan jî ceza were birandin ku berê jibo Îranê hatibûn karanîn. Cezayeke weha dê li ser butçeya dewleta Îraqê jî tesîrên xirab çêke ku meaşên memûr û teqawitkirîyan nikaribin bidin û ev jî dê li ser sîyasetvanên Îraqê tesîrên nebaş çêke. (İyad el-Anber- Al Majalla / & İran’ın ‘direniş eksenindeki’ son domino taşı: Irak, Rûpelanû)

Piştî ruxandina rejima Suriyê, dewleta Îranê ji hukumeta nû ya Suriyê 30 milyar dolar dixwaze û dibêje: “Welew ku hukumet biguhere jî, wê Îran dev ji deynên xwe yên li Suriyê bernede..” Di Meclisa Îranê da parlementer Muhammed Menan Reisi got; ”tiştên li Suriyê qewimîne, surpriz in jibo İranê.. Me qasî 6 hezarî şehîd daye. Me bi mîlyaran pere xerc kir û di nav hefteyekî da, me rêvebiriyê teslîmê tundrewan kir.”(15.12.2024 / Netewe)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *