Li Tirkiyeyê li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê di girtîgehên Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê de 103 hezar û 179 girtî ji kapasîteya girtîgehan zêdetir in. Ligel ku Komaleya Mafên Mirovan dibêje ev nîşan dide ku di warê demokrasiya welat de kêşe hene, parêzer jî pêşniyara efûyeke giştî dikin û didin zanîn dê ev yek bo paşeroja darazê û serkeftina proseya aştiyê de pêngaveke di cîh de be.
Li Tirkiyeyê ji aliyekî ve geşedanên proseya aştiyê berdewam in ji aliyekî din ve daxwaz heye ji aliyê hikumetê ve pengavên berbiçav bên avêtin. Yek ji daxwazên sereke jî rewşa girtiyan e li Tirkiye. Li gorî amarên Birêvebiriya Giştî ya Girtîgehan a Tirkiyeyê, li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 403 hezar û 60 girtî hene. Ev hejmar 103 hezar û 179 kes ji kapasîteya girtîgehan zêdetir e.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban jî diyar dike ger di girtîgehên welatekî de evqas girtî hebin ev yek nîşaneya wê yekê ye ku di demokrasiya wî welatî de kêşeyek heye.
Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban ji K24ê re got: “Li herêman hejmar û kapasîteya girtîgehan ne wek hev e. Li hin cihan ji ber sebebên tendurîstî, nêzîkatiya malbatê hejmara girtiyan gelekî zêde ye. Di hin odeyên bo 3 kesan de 15 û zêdetir girtî dimînin. Ev meseleya Tirkiye ya hiqûq, demokrasî û mafên mirovan e. Di nav welatên endamê Konseya Ewropayê de Tirkiye welatê sereke ye ku herî zêde girtî lê hene. Gelek ji van girtiyan jî Kurd in. Dema ji bo Pirsa Kurd kesek fikrekî tîne ziman teqez rastî proseyeke darazê tê. Ev jî nîşan dide ku demokrasî nîne û Tirkiye bûye girtîgeheke servekirî.”
Parêzer Gîzay Dulkadîr ku di warê sîstema hiqûqa ciza û mafên mirovan de kar dike jî dide zanîn ku ev amar nîşan didin ku pergala hiqûqê xitimî ye û ji ber hebûna girtîyên zêdeyî kapasîteya girtîgehan, gelek mafên girtiyan jî tên binpêkirin.
Parêzer Gîzay Dulkadîr dibêje: “Ji ber zêdebûna kapasîteya girtîgehan gelek mafên girtiyan tê binpêkirin. Hinek ji vanan bi zanebûn hinek jê jî ji ber ku tijêbûn hewqasî zêde ye, rêveberiya girtîgehan nikarin mafan dabîn bikin. Ev nîşan dide ku sîstema darazê xitimî ye. Niha proseya aştiyê heye û em dibînin ku kesên herî zêde mafên wan tên binpêkirin jî girtiyên siyasî ne. Li gorî mînakên cîhanî jî di proseyeke wiha de, derxistina efûyeke giştî ku girtiyên siyasî jî vehewînê nava xwe dê ji bo paşeroja darazê û serkeftina proseya aştiyê di cîh de be.”
Amar di demekê de ye ku li gorî zanyariyên malpera fermî ya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kapasîteya 395 girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 299 hezar û 881 kes in. (K24)