Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro bi daxuyaniyekê diyar kir, wan êrîşên çekdarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku bi ser Tirkiyê ve ne, li Rojavayê Kurdistanê têk birine û gelek çekdar ji wan hatine kuştin û birîndarkirin.
HSDyê da zanîn, Tirkiyeyê û çekdarên ANSyê gundên derdora Pira Qereqozaqê bi 60 caran topbaran kirine û ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan.
HSDyê destnîşan kir, çekdaran bi bejahî êrîşî hêzên wan kir û di bersivdayîna wan de gelek çekdarên ANSyê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Her wiha HSDyê da zanîn, piştî wê çekdaran dîsa êrîş kirin û wan bersiv da û dîsa gelek çekdar hatin kuştin, lê wan nekariye hejmarê bizanin.
Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku çekdaran gundê Ebû Sira yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin û ziyanên madî çêbûn.