HRW: Ragihandina Destûrî ya Sûriyê li ser mafan metirsiyê çêdike

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) da xuyakirin ku “Ragihandina Destûrî ya Sûriyê desthilatê di destê desthilata demkî de kom dike û îhtimal heye serxwebûna dadweriyê jî têk bide.

HRWê bi raporekê eşkere kir, Ragihandina Destûrî ya Ehmeda Şera îmze kiriye, desthilatdariyeke berfireh dide serok, ev yek jî metirsiyên mezin derbarê berdewambûna serweriya yasayê û parastina mafên mirovan derdixe hole.

Cîgirê rêveberê Rojhilata Navîn ê HRWê Adam Coogle da zanîn “Bi nebûna parastinên bihêztir û çavdêriya serbixwe, metirsî heye ku ev Ragihandina Destûrî kontrola desthilatdariya bicîkar bi hêz bike û azadiyên sereke di demeke hestiyar ya pêşeroja Sûriyê de, lawaz bike”.

Coogle diyar kir, “Ragihandina Destûrî bi rengê xwe yê niha metirsiya çespandina rêjîmeke diktatorî li xwe digire, li şûna hêsankirina veguhestina çalak û ber bi rejîmeke demokrat ku rêzê li mafan bigire”.

Human Rights Watch bibîr xist, tevî ku Ragihandina Destûrî hin xalên derbarê piştgiriya dadwerî û mafên mirovan li xwe digire jî, lê pêkanîna wan xalan bêyî piştrastiyeke serbixwe ye.

Adam Coogle destnîşan kir, “Divê desthilatdariya Sûriyê careke din li Ragihandina Destûrî vegere, da ku parastinên bihêz ji bo serxwebûna dadweriyê û serperiştiya yasadanînê, li xwe bigire”.  (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *