HRW: Ciwanên Şoreşger li Rojavayê Kurdistanê ji bo çekdarkirinê zarokan direvîne

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di rapora xwe ya dawî de, li ser çekdarkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê diyar kir, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bi ser Rêveberiya Xweser ve zarokan tevlî komên çekdar dike ku ew rastî tundiyê tên û bandorên neyênî yên laşî û derûnî yên demdirêj li ser wan çêdibe.

HRWê daye zanîn, Ciwanên Şoreşger hejmarek kur û keçên 12 salî ji malbat û dibistanên wan revandine û ew tevlî komên çekdar kirine û rê nade ku malbatên wan pêwendiyê bi zarokên xwe re bikin.

Cîgirê Rêveberê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka yê HRWê Adam Coogle got: “Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) soz daye ku hemû cûreyên çekdarkirina zarokan bi dawî bîne, lê proseya çekdarkirina zarokan berdewam e û ev yek xemsariya HSDê di vî warî de nîşan dide. Desthilatdarên defakto (Rêveberiya Xweser) jî li hemberî Tevgera Ciwanên Şoreşger ti tedbîr negirtine.”

Coogle diyar kir: “Divê HSD tedbîrên lezgîn û bi biryar bigire, da ku hemû komên ku li herêmên di bin kontrola wê de tevdigerin, pabendî biryaran bibin û zarokan biçek nekin.”

Di rapora HRWê de hatiye gotin: “Tevgera Ciwanên Şoreşger tevî ku ne komeke çekdar e jî, lê bi awayekî kûr di nava pêkhateyên siyasî û leşkerî yên Rêveberiya Xweser de cih digire û zarokan tevlî komên çekdar ên girêdayî HSDê dike.”

Herwiha HRWê destnîşan kir, “Çekdarkirina zarokan li dijî yasayên navdewletî û mirovî ye. Li gorî Destûra Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, biçekkirin an bikaranîna zarokan bi vî rengî, tawana şer e.”

Human Rights Watch bi bîr xist, wan di 26ê Tebaxê de nameyek ji HSDê û Rêveberiya Xweser re şand û tê de daxwaza zanyariyan derbarê rola Tevgera Ciwanên Şoreşger di çekdarkirina zarokan de û plan û pêngavên rayedaran ji bo çareserkirina vê mijarê, kir. Lê ti bersiv bo wan nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, hemû aliyên şer li Sûriyeyê bi çekdarkirina zarokan tometbar kir, ku 231 haletên ku ji aliyê NY ve di sala 2023yan de hatine piştrastkirin, ji aliyê HSD û komên ser bi wê ve hatibûn kirin.

Herwiha Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê jî di Tîrmeha 2023yan de ragihandibû, tenê di nîvê yekem a sala 2023yan de, 43 rewşên çekdarkirinê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatine kirin.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *