Horo Osman: Encûmena Xwecihî ji Hikûmeta Sûriyeyê xwest ku Efrînê bike parêzgeh -Video

Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê ji şandeya Hikûmeta Sûriyeyê xwestiye ku bajêr bikin parêzgehek, zimanê Kurdî li pirtûkên xwendinê were zêdekirin û rewşa ewlehiyê baştir bikin.

Şandeyeke Hikûmeta Sûriyeyê ku ji Cîgirê Parêzgarê Helebê Ebdurehman Selame, Serokê Şaredariya Hekebê, Berpirsê Ewlehiya Giştî û Birêvebirê nû yê Efrînê pêk dihat doh çû serdana bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.

Şande bi Encûmena Xwecihî ya Efrînê û kesayetan re civiya.

Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Horo Osman bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Horo Osman da zanîn ku civîn li ser daxwaza Şandeya Hikûmeta Sûriyeyê pêk hat û anî ziman:

“Ebdurrehman Selame dixwest rojên ewil ên erkê xwe yê fermî bi gereke ku Efrîn, Ezaz, Bab, Minbic û herêmên din dihewîne dest pê bike ku guhê xwe bide şêniyên wan deveran.”

Horo Osman destnîşan kir ku wan ji Şandeyê xwestiye Hikûmeta Sûriyeyê bi taybetî di warê xizmetguziyan û çandiniyê de girîngiyê bide Efrînê.

Horo Osman her wiha da zanîn ku Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê ji Şandeyê xwestiye ku peyamekê bigihîne Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û got:

“Me xwest Efrînê bike parêzgeh, zimanê Kurdî li pirtûkên xwendina pola nehem û lîseyê zêde bike û navenda polîsan li bajêr veke ku ciwanên herêmê karibin beşdarî polîsan bibin.”

Horo Osman diyar kir ku wan bal kişandiye ser dosyayên ewlehiyê û anî ziman:

“Me bi girîngî qala vegera koçberên derveyî bajêr û vegerandina mal û milkan kiriye.”

Horo Osman diyar kir ku Cîgirê Parêzgarê Helebê Ebdurehman Selame gotiye:

“Dîrokê tomar bikin, ji îro heta salek an sal û nîvekê em dê careke din hev bibînin û binêrin ka çi hatiye kirin.

Soz hatin dayîn ku rewşa vegerê, xizmetguziyan û çandiniyê li Efrînê werin başkirin û ewlehî di demeke kurt de were xurtkirin.”

“Derketina çekdaran didome”

Osman destnîşan kir ku Şandeyê soz daye di nava 10 rojan de Efrîn ji komên çekdar pak bibe û da zanîn:

“Derketina çekdaran didome lê heta niha jî hinek komên wekî Hemzat û Emşat li nahiyeya Şiyê xwedî navend in.”

Horo Osman eşkere kir ku rêjeya Erebên hawirdeyên ku hatine Efrînê niha “ji sedî 20 derbas nake û piraniya wan dê dawiya sala xwendinê an jî piştî temamkirina avakirina dibistanan herin.”

Osman destnîşan kir ku hebûna çekdaran a li Efrînê pir kêm bûye.

Horo Osman qala Efrîniyên ku vegeriyane bajêr jî kir û got:

“Di navbera ji sedî 70 heta ji sedî 80 şeniyên Efrînê niha Kurd in lê amara rastî ya malbatên Kurd ên ku vegeriyane bajêr ne diyar e.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *