Holenda: Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin

ALA ŞALÎ

Wezîrê Karên Derve yê Holendayê Caspar Veldkamp got, “Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.”

Doh (20.05.2025) li Bruksela paytexta Belçîkayê civîna Konseya Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) hat lidarxistin.

Wezîrên karên derve û wezîrên parastinê yên Yekîtiya Ewropayê beşdarî civînê bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Holendayê Caspar Veldkamp pirsa Rûdawê ya derbarê Sûriyeyê bersivand.

“Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin”

Caspar Veldkamp parastina mafên pêkhateyên Sûriyeyê bi rengê “gelekî girîng” wesifand û got:

“Li Sûriyeyê gelek pêkhateyên cihêreng hene, divê mafên her yekê ji wan pêkhateyan bên parastin, di nav de Xiristiyan, Kurd, Durzî, Elewî û Êzidî.

Bi baweriya min ev gelekî gelekî girîng e.”

Veldkamp got, “Em dixwazin welat xwedî paşerojekê be” û amaje pê kir ku bipêşketina aborî dema siza li ser welat nebin tê bidestxistin.

Yekîtiya Ewropayê sizayên aborî yên li ser Sûriyeyê rakirin.

Ev gav piştî wê hat ku hefteyê borî Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Washington sizayên li ser Sûriyeyê radike.

Wezîrê Karên Derve yê Holendayê destnîşan kir ku siza dê gav bi gav bên rakirin û anî zimên:

“Divê rêkarên tund jî li dijî wan kesan hebin ku mafên mirovan û mafên pêkhateyan bin pê dikin.”

Berpirsên Yekîtiya Ewropayê hişyariyê didin ku dibe ku sizayên li ser Sûriyeyê dîsa bên sepandin.

Li gorî wan heke berpirsên Şamê “sozên xwe yên derbarê rêzgirtina mafên pêkhateyan û gavavêtina ber bi demokrasiyê ve bi cih neyînin” dibe ku siza dîsa werin sepandin.

8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) Şam kontrol kir û dawî li desthilata malbata Esed anî. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *