Hin pêşevayên kurd ku beşdarîya şer kirine

Siddik BOZARSLAN

Kor Huseyîn Paşa

Huseyîn Paşa, Serekê Eşîra Haydaran bû û serkêşîya Alayên Hamîdîye dikir û bûbû Serekfermandarê Alayên Hamîdîyê. Ew digel yekîneyên xwe li sînor li dijî rusan şer kirin û berxwedanek li darxistin ku orduya rus pêşve nekeve. Tê gotin ku di wê demê da Abdurrezak Bedirxan li Tiflîsê bûye û ji wir name şandîye jibo giregirên kurdan ku kurd divê digel osmanîyan nekevin şer. Lê mixabin Kor Huseyîn Paşa, guh nedaye pêşnîyaza Bedirxan Beg.

Abdulmecîd Begê Sibkanî

Abdulmecîd Beg, Serekê Eşîra Sibkan bûye û digel hêzên xwe yên Alayên Hamîdîye li herêmên Bulanik, Patnos, Tutakê berxwedaneke dijwar li dijî rusan nîşan daye. Ew di şer da birîndar bûye. Digel ku ew birîndarê giran jî bûye, wî yekîneyeke topan ya rusî têkbirîye û dest danîye ser çekên rusan. Ji ber wê serfîrazîyê wek “Kaymakam Bînbaşi” hatîye xelatkirin.

Serekê Eşîra Xoytê Hecî Musa Beg û birayê wî Nuh Beg

Hecî Musa Beg fermandarê Mufrezeya Mutkê bûye û li dijî rusan rîyên Gêrîyên Kulp û Duxanê girtîye û li herêma Newala Bedlîsê li dijî rusan şer kirîye û di şerê herêma Mutkê da serketin bi dest xistîye. Ji ber ku di rizgarkirina Bedlîsê da H. Musa Beg, serketineke mezin bi dest xistîye; di 12ê temûza 1916an da Madalya Lîyakat ya Zîvî dane pê.  Bê guman H. Musa Beg, yek ji wan giregirê kurd bû ye ku carna bi bizava neteweyîya kurdî ra bûye, lê carna jî piştgirîya tirkan kirîye. Navê wî di qirkirina ermenan da jî derbas bûye. Birayê wî Nuh Beg jî, di eynê herêmê da digel hêzeke xwe li dijî rusan şer kirîye.

Balkêş e ku H. Musa Beg, ji alîyê Mustafa Kemal Paşa ve hatîye teqdîrkirin û loma digel ku ew beşdarîya Kongreya Erzurumê nekiribe jî; ew bi rîya M. Kemal Paşa, di HeyetaTemsîlê ya Kongreya Erzurumê da cî girtîye. Balkêş e ku H. Musa Beg, piştî Bizava Şêx Seîd ya 1925an, jibo Antalyayê hatîye surgûnkirin. Paşê ew ji Antalyayê revîyaye Surîyeyê û di 1928an da li wir mirîye.

Saîd-î Nûrsî (Bediûzzaman)

Jibo zelalkirina nuqteyek, ez dixwazim ewil ji kitbêba ”Jîyana Mela Seîdê Kurdî” (Weşanxana Pencînar Stockholm 1996, r.82) ku ji alîyê birazîyê Saîdê Nûrsî, Ebdurehman Norsî ve hatîye nivîsîn; jêderek pêşkêşî we hêjayan bikim. ”Bi vegirtina Erzeromê re, êdî rojên ku dê Mûş jî bibûna hedefa wergirtina dijminan nêz bûbûn. Ew çax li Mûşê duwanzdeh top hebûne. Eger ew top bihatina xilaskirin û bigîhana Bidlîsê, dê Bidlîs li pêşberê dijmin hatibûna parastin. Bi tersê wê, Bidlîs jî bi bêgavî dê bihatana valakirin. Bo hindê Mela Seîd digel şagirtên xwe, sêsed peya jî bi xwe re birine û çûne Mûşê. Çendî ku demsal zivistan bû û li erdê berf hebû, di anîna Bidlîsê ya wan duwanzdeh topan da serkeftî bûye.”  Di rûpela 80yî ya heman kitêbê da jî hatîye nivîsîn ku ”Mela Seîdê Kurdî” digel hevalên xwe di Enîya Pasînê (herêma Erzirumê ye) da li dijî rusan şer kirine. Li vir bi zelalî xuya dibe ku ew topên ku ji Mûşê birine Bedlîsê, ne yên rusan in, ew topên Orduya Osmanî ne ku baregeheka wan li Mûşê ye. ”Mela Seîdê Kurdî” li herêma Erzirumê şer kirîye; lê piştê ku Erzirum têk çûye, ew bi awayên lezgîn xwe gîhane Mûşê û wan topan birine Bedlîsê. Hewcedarî pê hebû ku ev nuqte were zelalkirin da ku li ser gotegotên jêrîn mirov bikaribe rastîyan derxîne holê.

Tê gotin ku Bediûzzaman Saîd-î Nûrsî jî hêzeke Milîsî çekirîye û li dijî rusan şer kirîye. Ew digel hêza xwe ya ku ji mela û feqîyan çêkirîye, li navçeyên Muş û Kopê (Bulanik) li dijî rusan şer kirîye û tê gotin ku wî heşt hep tanqên rusî dest danîye ser û birîye Bedlîsê. Lê haydarîyên jorîn ku min ji kitêba birazîyê wî girtibû nîşan dide ku ev tenê welweleyek bûye û belav bûye. Û hin çavkanî nîşan didin ku Bediuzzaman, di Teşkîlat-î Mahsusa da kar kirîye û bi rîya teşkîlatê di despêka şer da ji Muşê tang û topên dewletê jibo pêwistîyê birîye Bedlîsê ku ev li gora têdayîya kitêba jorîn jî tişteke mantiqî ye. Ji ber ku ji rêzê kes nikare here û tang û topên orduyê ji herêmek bibe gerêmeke dî, ev ji disiplina eskerîyê ra jî gelek çewt e.

Bedîuzzaman û hin heval û şagirtên xwe li Bedlîsê di şerê dijî rusan da birîndar bûne û ketine destê rusan ku di nav wan şagirtan da Abdurrahîm Rahmîyê  Hakkarî jî hebûye…” Bedîuzzaman di havîna 1918an da bi rîya Rusya – Ewrupayê çûye Stanbolê. Ji ber ku di pêvajoya şer da wî qefleyek ermen daye rusan û bi wî awayî wan ji qirkirinê xilas kirîye; rusan jî ji ber wê qencîya wî, ew nekuştine û bi paşve şandine.

Ji ber ku Bediuzzaman xwedîyê ekolek e, lêkolînên li ser wî jî giring û pêwist in û loma min di nivîsareka dî da bi piralî vê şolê pêşkêşî we hêjayan kirîye. Li vir tenê ez dixwazim nîşan bidim ku nivîsarên Bediuzzaman yên 1908an di  ”Kurd Teavun Gazetesî”yê da û nivîsarên di kovara ”Jîn”ê da di 1918- 1919an da derçûne, dema mirov esas bigre; mirov dibîne ku jibo Bediuzzaman nasnameya ewil Îslamîyet e, ya duyem Osmanîtî ye û ya sêyem kurdî ye. Ev jibo wî felsefeyek e û di wê felsefeyê da wek însanek wî di dereceya yekemîn da qedirê xwe dernexistîye pêş û di dereceya sêyemîn da behsa kurdbûna xwe dike. Bi awayê matematikê eger em vê felsefeyê bigirin dest, em dikarin bêjin ku tenê %33,3ê laşê /cendeka / anatomiya wî kurd bûye. Esas problem di vir da ye. Bi gotineka xelkê ew ji alîyê îslamîyetê ve hatîye kedîkirin. Di pêvajoya avakirina dewleta tirk da wî destên xwe ji kurdbûnê jî şûştîye û bi tevayî xwe daye ser nivîsên li ser dîn û axretê. Loma wî gotîye ku wî 130 kitêb jibo axretê nivîsîye.  Loma ez bi xwe wî wek Saîd-î Kurdî bi nav nakim ku gelek kurdên me wî weha nîşan dane ku li gora min ev kêmasî û şaşîyek e. Eger em wek kesayet nikaribin li bav û kalên xwe, li hezkirîyên xwe rexne bixin û kêmasîyên wan nebêjin; em dê nikaribin pêşta herin, li ser pîyên xwe rawestin û di encamê da em dê her tim wek koleyan bijîn.

Xalid Begê Cibrî

Xalid Begê Cibrî, fermandarê Alaya Siwarî ya Eşîra Cibran ya 2.yemîn bûye. Di despêka rojên ewil yên şer da ew digel alaya xwe ya siwarîyê li herêma Pasînan, li dijî rusan şer kirîye, berxwedanek nîşan daye û jibo demek pêşveçûna rusan rawestandîye û heta Elekyazê bi orduya rusî ra şer kirîye. Ew demeke dirêj li navça Erzirumê wek fermandar xebitîye û di orduya osmanîyan da bûye Albay.

Em di pêvajoya avakirina dewleta tirk da Xalid Begê Cibrî, wek serekê Rêxistina Azadîyê dibînin ku di bizava Şêx Saîd da tê naskirin. Lê xaleka balkêş e ku dema eskerên tirk tên Xalid Beg ji mala wî digirin, dibin Bedlîsê; ew tu acizîyek, nerehetîyek nîşan nade û dikeve pêşîya eskeran û diçe û di demeke kurt da li Bedlîsê tê kuştin. Mixabin ev bûyer, bûyereka trajedîyê ye ku Serekekî rêxistina kurdî çi qas ji rastîyên jîyana civata xwe dûr e û dijminê xwe nas nake. Eger Xalit Beg û çend giregirên dî, pêşîya xwe û dahatûya neteweyê xwe di çarçoveyeka neteweyî da bikaribûna bifikirîyana û tevdîlan bisitandana; ew dikaribûn destûr nedin ku Mustafa Kemal û hevalên xwe li Erzirum û Sêwasê kongreyan çêkin. Lê sed  mixabin, piraze li orta meydanê ye. Giregirên rejima Ankarayê yên hov û cinawir, hatin ji newalê û bûn xwedîyê malê!

Li vir divê ez bi kurtayî behsa pênc nameyên ku Xalit Begê Cibrî ji Binbaşi Kasim ra şandîye, bikim. Van nameyan di kitêba Mahmut Akyurekli (r. 194-199) da derçûye ku navê wê (Binbaşi Kasim´in Hatiralari, W. Avesta, Stanbol 2020) da çap bûye. Xaleka balkêş ew e ku dema di 2019an da Xoşevîstê Mahmut (Akyurekli) di TBMM da Arşiva  Şark Istiklal Mahkemesiyê vedike û li wan dinêre, ew heyîrmayî dimîne. Ji ber ku di arşîvê da ew rastê wan 5 nameyên Xalit Begê tê ku ew di 1923yan da ji Binbaşi Kasim ra hatibûn rêkirin. (eynê kitêb, r. 13)

Lê bi kurtî mirov dikare bêje ku Binbaşi Kasim hem di eynî eşîreta Xalit Begê da ye û hem jî hevringê (bacanaxê) Şêx Saîd e; ew bi awayeke dizî digel Mustafa Kemal dixebite û li ser talîmatên M. Kemal, ew jî xwe wek hevalê Xalit Beg û Ş. Seîd nîşan dide, hem jî di rewşên pêwist da rapor ji M. Kemal ra rêdike. Yanî ew dualî dixebite û adeta li ser Xalit Beg û Şêx Seîd û hevalên wan wekl sî digere, lê esas xizmeta xwe ji Ankarayê ra pêşkêş dike û di dawîyê da Şêx Seîd dibe di Pireya Abdurrahman Paşa da teslîmê eskerên Tirk dike.

Wek encam li ortê ye, Xalit Beg û hin rêvebirên Hareketa Azadîyê, di ilmê siyasetê û xebatên rêxistinî da qet pêşîya xwe nedîne, bi tedbîr tev negerîyane; û ji wê jî xetertir ne bi nezanînê di wextê pêwist da tiştek nekirine. Mafê me jî heye ku em bipirsin: Gelo, dema Mela Selîm li herêma Bidlîsê kete nav hewildanên neteweyî, Xalit Beg, Şêx Seîd û gelek giregirên Kurd li kê derê bûn û wan çi dikirin? Em gere qebûl bikin ku bi taybetî Xalit Beg û yên wek wî di pêvajoyek da hatine kedîkirin û adeta eger tabîr di cîyê xwe da be, bûne qurbana vê gotina bapîrên me ya têr mane û naverok tije: ”Tu nanê kê bixwî, tê şûrê wî bikêşînî!” Em divê di alîyek da van cangorîyan bi awayeke qedirbilind bi bîrbînin; lê di alîyê dî da jî bikaribin kêmasî û xetayên wan bibînin û ji wan dersan werbigrin. Mesela, em di pêvajoya Şerê Balkanan da çima tenê rastê Şêx Ebdulselam Barzanî û Mela Selîm tên?. Di wê pêvajoyê da erebên misilman jibo Mekke û Medineyê bikin dewlet, ew li dijî osmanîyan piştgirîya ingilîzan sitandin lê kurd çima xwe kirin qurbana osmanî û xelîfe û hwd… Di nivîsareka dî da ez dê bi hûrgilî vê şolê raxînim pêşberê we hejayan.

Fermandarê Alaya Sniwarî ya Eşîra Cibran ya 3.yemîn jî Yarbay Maksut Xalid Beg bûye û ew jî digel hêza xwe li Pasinan li dîjî rusan şer kirîye û hatîye kuştin. Di vê bûyerê da jî bi awayek zelal derketîye meydanê ku politika Sultan Abdulhamit jibo avakirina Alayên Hamîdîyê, di çarçoveyek da bi serketîye. Ji ber ku di gelek enîyên şer da giregirên kurd ku xwedîyê wan alayan bûne, beşdarîya şer bûne û hatine kuştin; lê piştî şer îcar dor hatîye ser wan eşîran bixwe ku ji navê rabin û tu mafeke statuyêk ji wan ra nemîne. Loma di politika Abdulhamit da jî di her qadê jîyanê da peyva pêşîyên me ku min li jor jibo Xalit Begê nîşan dabû, di vê bûyerê da jî ew ketîye jîyanê û giregirên kurdan bûne qurbanên serdestan.

Bişarê Çeto û Cemîlê Çeto

Wek mamoste Celal jî dibêje, çîroka jîyana Serekê Eşîra Pencînarî yê Garzanê Bişarê Çeto, gelek balkêş e. Bişarê Çeto, her tim bi osmanîyan ra di nav pevçûnek da bûye; bi salan di zindana Bedlîsê da maye û piştê derketinê jî li hemberî dewletê tim di nav serhildanan da bûye. Berîya ku şerê  mezin dest pêke; dewleta Stanbolê jibo Bişarê Çeto û yên wekî wî gelek zindanîyên ”adî û eşqîya” efû kir û ji zindanê derxist. Bişar, ji eşîra xwe 2 hezar kes amade kir û beşdarî şer bû.

Enîya şerê ku B. Çeto beşdarî dike, di wê enîyê da Şêx Zîyaeddîn-î Norşînî (Şêx Hezret) û Şêx Mahmudê Zoqeydî jî hebûne. B. Çeto digel çekdarên xwe li herêma Wanê, li ser sînorê Îranê bi hêzên rusan ra şer dikin û di wî şerî da Bişar tê kuştin. Demeke dirêj bawerî pê nayê kirin ku Bişar hatîye kuştin. Ji ber ku ew zilamekî di şeran da xwedîyê tecrube bûye û bi mêrxasîya xwe bûye efsaneyek. Loma di nav civatê da hatîye gotin ku ”Bişar, ji alîyê pêşîya xwe ve gule naxwe, ji paş ve bi guleya osmanîyan ve hatîye kuştin!”

Piştî mirina Bişarê Çeto, birayê wî Cemîlê Çeto dibe serekê Eşîra Pencînarî û digel hêza xwe ya ”Alaya Milîsî” di enîya şer da beşdar dibe û li dijî rusan şer dike. Cemîlê Çeto, li herêmê wek kesekî ku piştgirîya hukmê Kemalizmê kirîye, tê naskirin. Digel vê rastîyê jî Cemîlê Çeto, ji xezeba bayê Kemalizmê xilas nabe û piştî Bizava Şêx Saîd ya 1925an tê îdamkirin. Dema ew ji zindanê dihere ber darê sêpikê, ”Cemîlê Çeto, ji kerê keto! Cemîlê Çeto, ji kerê keto!” diqîre ku zindanîyên nêzîkî wî, wê gotina Cemîlê Çeto bihîstine.

Şêx Zîyaeddînê (Şêx Hezret) Norşînî

Şêxê Hazret, di despêka şer da jibo beşdarbûna kurdan waaz daye û bi hêza xwe ya ku ji mirudan pêkanîye, li dijî rusan şer kirîye. Ew digel Şêx Mahmudê Zoqeydê û Hecî Musa Beg, li herêma Mutkê berxwedan çêkirine li dijî rusan. Di wî şerê li dijî rusan da ew birîndar dibe û milêkê xwe wenda dike û birayê wî Mahmud Saîd jî dimire. Dema ku dewleta tirk çêdibe, ew dibe yek ji wan şêxan ku zêde nêzîkî Mustafa Kemal dibe.

Emînê Perîxanê (Emînê Ehmed)

Wek em pê dizanin Emînê Perîxanê (Emînê Ehmed), Reîsê Eşîra Ramanê yê Batmanê ye. Emînê Ehmed jî ji eşîra xwe hêzek çêkirîye û beşdarîya şerê dijî rusan kirîye. Li gora haydarîyên ku mamoste Celal ji kurê Emînê Ehmed, ji Huseyîn Demirer sitandîye; Emînê Ehmed, di bin fermandarîya Kazim Karabekir da li dijî rusan şer kirîye û ji ber zîrekîya wî, ew ji alîyê Dîwan-î Harbê ve hatîye xelatkirin û Nîşana Şerefê dane pê.(10)

Wek min di nivîsareka dî da dabû nîşandan; Walîyê Dîyarbekrê Reşîtê Çerkez, ferman dide her du birayên Emînê Ehmed, Mustafa û Omer û wan bi kelekan rêdike pêşîya qefîleya ermenan û malên wan dide talankirin. Reşîtê Çerkez, piştî ku karê xwe yê qirêj temam dike, Mustafa û Omer li Amedê dikuje û dewlet jî di 9yê nîsana 1933yan da Emînê Perîxanê dide kuştin. Wek piraze li meydanê ye, girêdan û xizmeta Emînê Ehmed û birayên wî, têrê dewletê nekir ku xisar neyê ser wan û di encamê da her sê bira, jiyana xwe nikaribûn ji xezeba dewletê xilas bikin.

Şêx Abdulbakîyê Kufrevîzade

Şêx Abdulbakî yê Kufrevîzade, ji şêxên Bedlîsê ye û hêzeka xwebexşînê çêdike û di navbera Bedlîsê û Wanê da li dijî rusan şer dike û demek be jî pêşveçûna rusan radiwestîne. Ev şêx, her tim digel dewletê xebitîye û di derbarê şerkirina wan li dijî rusan li Bedlîsê gelek çîrokên wek efsaneyan hatine qalkirin.

Marûf Axayê Bekiranî (Ademanî) 

Marûf Axa, Serekê Eşîra Bekiranî (Ademanî) ye û ew fermandarê Alaya Siwarî ya Eşîra Ademan ya 2.yemîn bûye. Ew digel hêza xwe ya çekdar li mintîqeya Mezrê ya Newala Zîlanê li dijî rusan şer dikin û bexwedaneke giring nîşan didin. Di vî şerî da Marûf Axa jî di nav da ji eşîrê 65 kes hatine kuştin. Tê gotin ku Marûf Axa têkelê kuştina ermenan jî bûye. Dîsa tê gotin ku ji Zîlanê Mela Mehmud jî beşdarîya şer kirîye, lê paşê ji enîya şer dûr ketîye û li ser wî şerî helbestên kurdî nivîsîye.

Kerem Begê Kolaxasiyê                                                                                                                     Tê gotin ku Serekê Eşîra Zirkan ya li Karayaziyê (herêma Hunusê) Kerem Begê Kolaxasiyê, bi taktikên şerê gerillayî li dijî rusan û ermenan nav daye û serketinan bi dest xistîye û loma rus nikaribûne werin ser alaya wî. Digel van berxwedanan jî gelek mirî ji eşîra wan çêbûne. Li herêma Dîyadînê Alayên Eşîrên Zirkan, Hasanan, Mamedan û Şemskî, ewil li dijî rusan şer kirine; lê paşê hin ji wan -digel rusan xebitîne. Wek em pê dizanin gelek kilam li ser Keremê Kolaxasîyê hatine gotin. Kerem Beg, piştî Bizava Şêx Seîd revîyaye Îranê û li wir di şerek da di 1926an da hatîye kuştin.

Xalid Begê Hasananî û kurê wî Rizayê Xêlid

Xalid Begê Hasananî jî Fermandarê Alayên Hamîdîye yê Milîsê Eşîra Şêx Hasananî ya Yekemîn bûye û bi pîleya Mîralayî (albay) li herêmên Muş û Erzirumê beşdarîya şerê dijî rusan kirîye. Paşê ew di bizava Şêx Seîd da cî girtîye û di 31ê temûza 1926 an da hatîye dardakirin (îdamkirin).

Kurê Xalid Beg, Rizayê Xêlid jî fermandarê Alaya Siwarîyê ya Eşîra Hasanan bûye û li Malazgirê beşdarî şerê uris kirîye. Rizayê Xêlid ku li herêmê gelek kilam li ser hatine gotin, mirina wî bi şuphe bûye û zelal nebûye. Birayê wî Tahir jî di şerê Malazgirê da hatîye kuştin.

Hesoyê Gur

Hesoyê Gur, ji Qebîla Mala Resê Çellê ye ku girêdayê Eşîra Sakî ku ji sê milên sereke yên Eşîra Celalîyan e. Li herêmê wek cengawerekî bêtirs hatîye naskirin. Hêzên rusî dema hatine sînorê Agrîyê, H. Gur jî hêzek çêkirîye û di herêmên Agrî- Bayazîd- Ixdirê da li dijê rusan şer kirîye. Li herêmê ew, bi xisara ku daye rusan; adeta bûye wek efsaneyek, deng daye. Divê were gotin ku di nav hêza Hesoyê Gur da Bro Heskî Tellî jî heye ku yek ji wan qehremanê ku serkêşîya Bizava Agrîyê kirîye.

Li hemberî taktikên gerillayî yên êrîşkirinê û revê yên H. Gur, rusan hewil dane ku pê ra lihevhatinek çêkin, lê wan hewildanan badilhewa çûne. Rusan xwestine bi rîya Îranê werin Eleşgirt û Erzirumê û sewqîyatên xwe yên eskerîyê ber bi Anatolyayê ve bibin û heta Xorasanê wê xetê pêkbînin. Jibo pêkanîna wê pilanê jî rîya xeteke trênê çêkirine. Hesoyê Gur digel gruba xwe xeta trênê ji xwe ra dikin hedef. Di despêka 1917an da H. Gur û hevalên xwe, bombeyan bi xwe ve girêdidin û li derê nîşankirî trênê difrînin xwarê ku tê da 5 hezar eskerên rusî hebûne. Di encama teqandina bombeyan da bi hezaran eskerên rus dîgel gruba H. Gur tên kuştin. Cîyê bûyerê, nêzîkî Bayazidê ye û nûha jî jê ra dibêjin ”goristana trênê”.

Seyîd Riza:

Di dawîya 1916an da dema rusan Erzincanê xistine bin kontrola xwe, hin eşîrên Dêrsimê jî têkelê nav şer bûne. Ji wan eşîran yek jê, Seyîd Riza û eşîra xwe ya Şêx Hasanan bûye. Alaya Milîsê ya Şêx Hasananê Duyemîn, di bin fermandarîya Seyîd Riza da li herêma Erzincanê li dijî rusan berxwedaneke giring li dar xistîye û loma ew hatîye xelatkirin.

Lê balkêş e ku li hemberî van rastîyên ku çêbûne; Fermandarê Orduya Sêyemîn Ahmet Îzzet Paşa, wan rastîyan serubino dike û weha dibêje: ”bi teşwiqkirina serekê eşîra Kozîçanê Seyîd Riza ve piranîya Eşîrên Rojavayê Dêrsimê, li hemberî me ketine nav hewildanan.” (11)

Hin giregirên kurdan yên dî ku beşdarîya şer kirine

Fethullah Begê Hasananî; Serekê Eşîra Şirnaxî Abdurrahman Axayê Sorzade; Fermandarê Alayên Hamîdîye yê Kevin Esedê Xalid; Mudurê Nahîyeya Muksê Mutiullah Beg; ji Gercuşê (Mêrdîn) Bedrettîn Axa; Sadiq Begê Silîvanî (Farqîn); Reîsê Eşîra Babosî yê Herêma Xerzanê Îsmaîlê Davud; Milîsê Eşîra Solxanî Mehmet Alî Begê Solxanî; Axayê Becirmanî Seyîd Mihemedê Cibo; ji axayên Hermêsê Elîkê Sekvên; Reîsê Eşîra Dimbilan Şêx Tahir; ji Pasûrê (Kulp) Şêx Muhammed Emîn; Qulîxan Begê Zirkanî; Axayê Biçûk yê Xormekî; ji Eşîra Etmankan Simaîlê Mamê; Şêx Selahaddînê Gaydayî; Şêx Alaeddînê Mutkîyî; Şakir Axayê Mutkîyî; Osman Axayê Mustakî; Nusrullah Axayê Muşî; ji Tabûra Milîsê Şêx Masum; ji Alaya Milîsê Şêx Şerîf.

300 hezar eskerê perwerdekirî di 4 Orduyên Osmanî da hebûne   

Li vir divê were xuyakirin ku berîya şer jibo modernîzekirina orduya osmanî, bi navê Liman van Sanders mereşalek ji Almanyayê hatîye Stanbolê û digel hukumeta Bab-î Alî û Almanyayê peymanek çêbûye. Li gora wê peymanê, ev fermandarê alman dibe mufettişê giştî yê Orduya Osmanî. Balkêş e, pisporekî almanî li ser daxwaza dewleta osmanî tê û dibe berpirsîyarê giştî yê orduya osmanî. Loma vê têkilîyê û politikayê ya Îttîhatçîyên Turanist, berîya şer dest pêkirîye û gaf bi gaf pêşta çûye û bi despêkirina şer ve ketîye jîyanê. Bi gotineka dî ev politika genocideyê jibo ermen û kurdan ku ”Tirkên Cuwan” li ser navê Turanizmê xeyal kirine, di jîyanê da pêkhatîye.

Berîya ku fermandarê alman dest bi modernîzeya orduya osmanî bike, orduya osmanî ji 6 karargahên sereke pêkhatîye; yanî bi gotineka dî ew xwedîyê 6 orduyan bûye, lê ew paşê bûye 4 ordu. Di despêka şer da 4 orduyên osmanî hebûne ku di wan da 300 hezar eskerên ku perwerde bûne, hebûne.  Lîsteya wan li jêr weha ye:

Orduya Yekemîn (Stanbol, Fermandar Mareşal Liman van Sanders)                                                         Orduya Duyemîn (Stanbol Fermandar, Wezîrê Deryayê Cemal Paşa)                                                                             Orduya Sêyemîn (Erzirum- Erzincan, Fermandar Hasan Îzzet Paşa)                                                                          Orduya Çaremîn (Bagdad- Surîye)

Orduya Osmanî ku digel Dewletên Tifakdar beşdarîya şer kirîye, di van neh enîyên (cepheyên) şer da beşdarî kirîye; van enîyan li jêr in:

  1. A) Enîya Êrîşkarîyê (Taaruz)
  2. Enîya Kafkasyayê, bi rusan ra 2. Enîya Qanala Suveyşê, bi ingilîzan ra
  3. B) Enîya Parastinê
  4. Enîya Filistinê- Suriyeyê, bi ingilîz û fransizan ra 4. Enîya Îraqê, bi ingilîzan ra 5. Enîya Hîcazê- Yemenê, bi ingilîzan ra                                                                                                6. Enîya Çanakkaleyê, bi ingilîz, fransiz û italîyan ra
  5. C) Enîyên Alîkarîyê (li dervayê erdên osmanî)
  6. Enîya Makedonyayê, bi yunan û fransizan ra 8. Enîya Romanyayê, bi romenan ra                                                                                                                                                                                                                          9. Enîya Galiçyayê, bi rusan ra

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *