Hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê nîşana demokrasîyê ye, em gelê xwe pîroz dikin

Li gel hemû plan û zextên dijwar yên xêrnexwazên Kurdistanê û li gel hemû kêmayî û xeletîyên nevxweyî jî, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 30.09.2018an de bi beşdarîya ji %57.96ê gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dar ket .

Li dar ketina hilbijartinan, nîşana îradeya parastina demokrasîyê ye. Di hilbijartinan de beşdarbûn jî, beşdarnebûn jî mafekî demokratîk e. Em ji ber li dar xistina hilbijartinê, gelêxwe û hemû partîyên ku beşdarî hilbijartinê bûne pîroz dikin. PDK weke partîya yekemînbiserketîye, em Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû endam û rêvebirên PDKyê pîroz dikin .

Em rêzê li helwesta gelê me yê ku beşdarî hilbijartinan nebûne jî digirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, careke din nîşan dide ku, Herêma Kurdistanê ji piranîya dewletên Rojhilata Navîn zêdetir li prensîb û pêwîstîyên demokrasî û azadîyêxwedî derdikeve û bicîh tîne. Li gel hemû  kêmasî û xeletîyên heyî jî,  hemû reng û pêkhateyên li Kurdistanê dijin, bi nasnameyên xwe yên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî  sîyasî û fikrî  beşdarî hilbijartinan bûne û piranîya wan jî di parlamentoyê de cîh girtine.

Aşkere ye ku li gorî hilbijartinên 2013an û li gorî beşdarîya referandûma serxwebûnê , rêjeyabeşdarîya hilbijartinê kêmtir bûye.

Em hêvî dikin  hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ji kêmbûna rêjeya beşdarbûnahilbijartinan encamên maqûl, zanistî, rasteqîn û bêalî derxînin.

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji boxwedî lê derketina maf û destkeftîyên federalî, destûrî  yên Herêma Kurdistanê  û ji bo xwedîlê derketina encamên referandûma serxwebûnê bi hişmendîyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtî bin.

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji boçareser kirina pirsgirêkên aborî, civakî, îdarî û ji bo pêşde birina edaleta civakî, azadîyaramanî, perwerdeyeke netewî, niştimanî û hevdem, birêxistin kirina  civateke sivîl û ji bo baş kirina rewşa aborî ya gelê me , bi hişmendiyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtîbin.

Em hêvî dikin  encamên hilbijartinan bibe sebep da ku hemû partîyên Başûrê Kurdistanê ji bodamezrandin, xurt kirin, yek kirin û modernîze kirina hemû dezgehên dewletbûnê, bihişmendiyeke netewî û niştimanî, yek helwest û yekgirtî bin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê , di meşa serxwebûn, azadî û demokrasîya liBaşûrê Kurdistanê de qonaxeke girîng e. Divê îtîrazên maqûl yên li ser xeletî, neheqî û kêmayîyên hilbijartinê bêne çareser kirin û divê hemû kes rêzê li van encaman bigirin. Herweha ji bo ku ev encam bibin destpêka lixweveger û vejîn û geşepêdaneke nû, divê her alîbi berpirsyarîyeke netewî û dîrokî tevbigere. 02.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *