Çavkaniyek ji Hikûmeta Sûriyeyê eşkere dike, “Pêkhateya Kabîneya hikûmetê tê ragehandin, ku ji 22 wezîran pê tê.”
Çavkaniyekê îro (În, 28.03.2025) ji medyayên Îraqê re gotiye, “Guhertin her 22 wezîran vedigirin, yek an du wezîr dimînin.” Amaje jî da, “Ew guhertin dê li beranberî hemî pêkhateyên Sûriyeyê dadperwerane bin, herwesa wezaret bi wezîrên Kurd û Kiristiyan û Dirûz tên dan.”
Wê çavkaniyê ron jî kiriye, “Wezaretek dê ji bo jinan be, hin wezaret jî bi hev re tên têkelkirin û dibin wekî desteyan.” Herwesa got, “Biryarek ji bo pêkanîna Civata Bilind a Fetwayê li Sûriyeyê li şûna wezaretê derkeftiye.”
Pêştir Ehmed Şera di çarçoveya hevdîtineke xwe de bi şandeke parêzgeha Sweydayê re, ku piraniya pêkhateya wê Dirûz in, parvekirina mezhebî red kiribû. Navbirî tekez jî kiribû ku, armanca serekî birêvebirina welatî li dû bingehên dazgehî û qanûnî ye, ku gerentiya hevgirtina dewletê û dûrkeftina ji piştguhxistina aliyan dikin.
Ehmed Şera amaje jî dabû, “Birêveberiya niha bizavê dike ku bi rêya desthilatdariyeke hevseng, ku cudahiyê di navbera mezheb û pêkhateyan de neke, baştirîn tişt ji gelê Sûriyeyê re bi dest bixe.” (K24)