Biryar bû îro demjimêr 12:00an avakirina hikûmeta nû ya Sûriyeyê bihata ragihandin lê tagihandina hikûmetê ji bo demjimêr 22:00ê şevê hat bipaşxistin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, kabîneya hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji 22 wezaretan pêk tê. Ehmed Şer, hem Serok e hem jî Serokwezîr e.
Li gorî agahiyan, sê wezîrên niha yên hikûmeta demkî li ser kar dimînin ku ev jî Wezîrê Karên Navxwe Elî Kîde, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ne.
Kurd di nav hikûmeta nû de cih nagirin, eger hebin jî, ew dê tenê li ser asta kesayetî be.
Ji ber vê yekê ENKS, PYD û partiyên din hikûmet botkot kirine.
Her li gorî agahiyan, hinek wezaret namînin û dê bibin îdare yan jî nivîsgeh.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza gotibû: “Em nabin beşek ji hikûmetekê ku mafên gelê me bi fermî nas nake.”
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) tekez kir ku ew beşdarî merasîma ragihandina kabîneya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nabin.
Neşet Zaza ji Rûdawê re got: “Me ti têkilî li gel hikûmeta nû nekirine û beşdarî hikûmetekê nabin ku mafên gelê Kurd wekî duyem neteweyê mezin ê Sûriyeyê bi fermî nas nake û mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de garantî nake.”
Zaza tekez kir “Hikûmeta demkî, bêyî şêwirmendî bi ENKSyê re hat ragihandin û ev cara sêyem e ku Kurd tên paşguhkirin.
Piştî ragihandina destûra demkî, niha jî hikûmeta nû bêyî Kurd tê pêkanîn.”
Neşet Zaza amaje bi wê yekê kir ku kesayetiyên Kurd ên ku di hikûmeta nû de tên damezirandin, “bi îhtimaleke zêde wekî Omer Osê û Perwîn dibin ku ew kesayetî ji daxwaziyên gelê Kurd dûr in.”
Li gorî agahiyên ku nehatine piştrastkirin, Mihemed Turko, niştecihê xelkê Efrînê ye ku li Şamê dijî, dê bibe Wezîrê Perwerdeyê.
Her wiha Ebdulezîz Temo, xelkê Dêrika Hemko ye postekê werdigire lê posta wî ne diyar e.