Hikûmeta Kurdistanê: Helwêsta Bexdayê krîzê kûrtir dike

Li ser pêşniyarpirsa ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kiribû û hewce dike Herêma Kurdistanê dahata petrolê ji Bexdayê re bişîne, hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê berdevkê hikûmetê ve hat dayîn, tê ragihandin ku helwêstên bi vî rengî zirarê didin tevahiya Iraqê, pirsgirêkan kûrtir dikin û li şûna çareseriyê krîzê kûrtir dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi tundî li dijî pêşniyarên bi vî awayî ne û wan red dikin. PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *