Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed Hesen Şeybanî hişyarî da Îranê û got, “Divê Îran rêzê li îradeya xelkê Sûriyeyê, serwerî û yekperçetiya axa welat bigire.”
Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed Hesen li ser hesabê xwe yê Xê bangî Îranê kir ku rêzê li îrade, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigire.
Eseed Hesen Şeybanî wiha nivîsandiye:
“Divê Îran rêzê li îradeya xelkê Sûriyeyê û serwerî û yekparçeyiya axa wê bigire.
Em Îranê hişyar dikin ku xwe ji belavbûna kaosa li Sûriyeyê dûr bixe û em Îranê ji encamên daxuyaniyên vê dawiyê berpirsyar dibînin.”
Seferên asmanî hatin rawestandin
Ji aliyê din ve, Serokê Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê Husên Purferzane ragihand ku seferên asmanî yên navbera Îran û Sûriyeyê bi awayekî demkî hatine rawestandin.
Rûdaw