Heyeta Tirkiyê û ya DYAyê li ser mijara Sûriyê civiyan

Di navbera heyeta Tirkiyê û ya DYAyê de, li ser mijara Sûriyê hevdîtinekî krîtîk hat kirin. Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Dr. Nuh Yılmaz û wekîlê musteşarê wezareta karên derve yê DYAyê ku hem ji karên siyasî berpirse John Bass li hev civiyan.

Li gor çavkaniyên dîlomatîk yên Tirkiyê; Yılmaz û Bass serpereştiya civînê kirin û heyetên wan di civînê de li wezareta karên derve ya Tirkiyê amade bûn. Di hevdîtinê de li ser ewlehiya Sûriyê, siyasî, aborî û rewşa mirovî fikrên xwe beyan kirin.

Rewşa heyî ya li Sûriyê bandora neyînî li sehayê dike û behsa aktoren ku rola wan li Sûriyê heye û karibin rol bigrin ser xwe, divê di navbera wan de parastina koordînasyonê hebe.

Tirkiye nerazîbûna xwe li ser desteka DYAyê ya ku dide PYDê, di her halî de aniye ziman û dibêje DYA di bin navê têkoşîna bi DEAŞê re destekê dide PYDê.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *