Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhad Boskan, Îhsan Aydin, Serokê Komîteya Fransayê ya PWKyê Faysal Taşkiran pêk hatibû, roja 19.11.2024ê seredana Buroya Parîsê ya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) kir.
Endamê Navenda Rêvebirîya PDK Îranê Hesen Şerefî,
Berpirsê Peywendîyên Partîyên Îranî Şaho Huseynî, Berpirsê Peywendîyên bi Partîyên Kurdistanî re û endamê Rêvebirîya Komiteya Fransayê ya PDK Îranê Erdelan Ebdulahî, endamê PDK-Îranê Xebat Qurbanî pêşewazîya heyeta PWK yê kirin.
Heyeta PWKyê ji ber vê pêşewazîyê spasîya rêvebirên PDK-Îranê kir û di derbarê xebatên PWKyê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê de agahdarî da.
Heyeta PDK-Îranê jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir.
Heyeta PWK û PDK Îranê di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û pêşhateyên vê dawîyê de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.
Herdu alîyan jî, wek du partîyên bira, girîngîya berdewamî û pêşdebirina peywendîyên PDK-Îran û PWKyê anîn zimên.
Hevdîtina heyeta PWK û PDK Îranê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.
19.11.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)