Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar pêk hatî, roja 24.06.2024ê, li Amedê seredana civîna Grûba Wateyê kirin.
Grûba Wateyê, eve çend salin ku di derbarê zaravayê kirdkî/ zazakî ya kurdî de xebateke berfireh dike.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, ji bo vê pêşewazîyê spasîya Grûba Wateyê kir û di vê xebata wan a hêja û pîroz de, piştgirîya PWKyê anî zimên û serkeftin ji Grûba Wateyê re xwest.
Grûba Wateyê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kirin.
24.06.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


