Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 08.02.2025ê, li Almanyayê seredana Rêxistina Ewropayê ya ENKSyê (Encumena Niştimanî ya Kurd Li Surîyê) kir.
Heyeta PWKyê, ji Serokê Meclisa Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan, endamê Meclîsa Partîyê û Serokê Rêxistina Hollandayê ya PWKyê Ferhat Boskan, endamên Komîteya Almanyayê ya PWKyê Cemîl Eren û Seyîdxan Kurij pêk hatibû.
Heyeta ENKSyê, ji Seroka Komîteya Ewropayê ya ENKSyê Najah Malak, Endamê Komîteya Almanyayê ya ENKSyê Hussin Kanber, Endamê Komîteya Almanyayê ya ENKSyê Rêber Hussein pêk hatibû.
Seroka Komîteya Ewropayê ya ENKSyê Najah Malak, bixêrhatina heyeta PWKyê kir, sipasî û kêfxweşîya xwe pêşkêş kir.
Serokê Meclisa PWK  Ewropayê Merd Baran Boskan; bi kurtayî armanca serdana PWKyê weha anî zimên:
‘’Di vê dema hestîyar de ku piştî rûxandina desthilatdarîya rejîma BAASê û rewşa nû ya ku hatîye berderî de, me wek PWK biryar girt ku li ser vê rewşa nû serlêdanên alîyên siyasî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê bikin, bîr û rayên xwe bi wan re parve bikin û her weha bîr rayên wan ji nêzîk ve guhdar bikin. Merd Baran Boskan diyar kir ku her çend têkilîyên me li her deverî û di her astî de hene jî em dixwazin li ser rewşa nû dubare lênêrînên xwe bi alîyan re rûbirû parve bikin. PWK bi kêfxweşî dibîne ku li herçar perçeyên Kurdistanê û di navbera Perçeyên Kurdistanê de têkilîyên tevgera Kurdî berbihev ve germtir dibe. Herweha di vê dema hestiyar de danûstendinên alîyên siyasî li Başûrêrojavayê Kurdistanê me kêfxweştir dike. Em gelek pêwist dibînin ku li vê herêmê yekdengî û yekrêzîya nav mala kurd pêkwere, em bi hemî hestên xwe ve piştgêrî didin van nêzikbûnîyan. Herweha em pêwist dibînin ku heta çareserîyek zelal ji bona Başûrêrojavayê Kurdistanê çênebe, divê kurd çek û îmkanên di destên xwe de daneynin’’.
Merd Baran Boskan balkişand ser bandora Serok Barzanî ya di vê prosesa têkilîyên navbera alîyên siyasî û girîngîya hevdîtina bi Mazlum Ebdî re ku bû egerê xweşkirina van têkilîyan.
Merd Baran Boskan weha got ‘’Em weke PWK piştgirin û bidestxistina mafên neteweyî , demokratîk û statuyekî siyasî erdnîgarî ya miletê kurd gelek girîng dibînin. Destketinên vî perçeyê Kurdistanê bandorek mezin li perçeyên din ên Kurdistanê dike û her weha her şikestinek wê jî malkambaxîyeke mezin li seranserê Kurdistanê dê bi xwe re bîne. Em hemahengîya navbera hemû partî û hêzên kurdî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê gelek girîng dibînin. Îro erkekî gelek mezin li ser milên partî û rêxistinên sîyasî ye ku: bi bernameyeke neteweyî, bi yekrêzî wek alîyên kurdî bi heyetek hevbeş derkevin ber hemê alîyên desthilatdarên Şamê û alîyên têkildar.’’.
Merd Baran Boskan behsa kar û xebatên PWKyê ku xweser û bihevreyî yên ku li Kurdistanê tên kirin de jî agadarî da.
Seroka rêxistina ENKSyê li Ewropayê Najah Malak jî kar û xebatên PWKyê girîng nirxand, dubare sipasîyên xwe û kêfxweşîya xwe li ser helwestên PWKyê anî zimên. Najah Malak diyar kir ku ‘’Em heta karin ji bona pêşxistina têkilîyan bi PYNK re dixebitin. Herweha, em gelekî hestyar tevdigerin. Ji alîyekî ve em hewl didin ku, kesên ku hêjî girtîne bêne berdan; lê em naxwazin peywendîyên me jî têk biçin. Em ji hevalbendên xwe daxwaz dikin li hember hinek kiryarên ne li rê jî di vê dema hestîyar de bi dîqet tevbigerin. Ji bona me gelek girîng e ku em yekrêzîya kurd amade bikin, bi yek helwestî û yek heyetî derkevin pêşberê Îdareya Şamê. Helwesta Serok Barzanî di vî warî de gelek girîng e bo me hemûyan. Danûstendinên me bi Mazlum Ebdî re gelek caran çêdibin, lê hemî nayên ser weşanê. Ji bona ava kirina yekrêzîya kurd  çi ji destên me tê em texsîr nakin. Danûstendinên me baş diçin em bibawerin ku emê biserkevin’’.
Her du alîyan bi xwestekên têkilîyên germ û domdar ve kêfxweşîyên xwe anîn zimên.
Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)