Heyeta PWK, Mele Îmadedîn Yetiz ( Seydayê Gurdilî) bibîranîn

Roja yekşemê, 02.12.2024ê, bi minasebeta çaremîn salvegera wefata welatperwerê Kurd Mele Îmadedîn Yetîz (Seydayê Gurdilî), malbata Mele Îmadedîn Gurdilî û Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) li gundê Kerikê, li ser mezelê wî merasîmeke bibîranînê li dar xistin.
Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr û gelek endamên PWKyê, li gel malbata Îmadedîn Gurdilî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.
Di destpêkê de, Mele Kazim dua û fatiha xwend.
Paşê Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr bixêrhatina beşdaran kir û beşdaran li ser mezelî wî Alarengîn raxistin, pankart vekirin, rêzgirtin pêk anîn.
Kurê Seyda, Şerefxan Yetiz li ser navê malbatê bi xêr hatin da bêşdaran û sipasîya xwe kir. Li ser jîyan û helwesta Seyda axaftinek kir.
Paşî, Serokê şaxa Batmanê ya PWKyê Aziz Özdemir axift.
Aziz Özdemir di axaftina xwe de girîngîya, ked û xebata welatperwerê Kurd Îmadedîn Gurdilî anî zimên û got “Kedkarê doza netewî, sîyasetmedar û helbestvanê welatperwer Seydayê Gurdilî, Melle İmadettîn Yetîz çar sal berê, koça dawî kir, jiyana xwe ji dest da.
Seydayê Melle İmadedîn Yetîz, nêzikî 60 salî wek rewşenbîr, sîyasetmedar û helbestvanekî dilsoz û welatperwer, di doza azadîya Kurd û Kurdistanê de, kesayetekî hêja bû.
Seydayê Gurdilî, Kurdperwerekî sîyasî, helbestvanekî têkoşer û xizmetkarê netewa xwe bû.
Di hişyarbûn û belavbûna fikir û ramanên netewî de, tevî feqîyê xwe, li herêma Xerzan, Deşta Bişerîyê, li herêma Batman û Silîva kar û xebatên hêja kirîye.
Em li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji malbatê re, ji dost û hezkîrîyên Seyda re, ji gelê me re, careke din sersaxîyê dixwazin. Cihê wî bihuşta rengîn be. Herdem mêvan û beşdarê civata Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Seyîd Riza û Şex Said Piranê be.”
Em şopgerê Xweda jê razî ne. Ruhê wî şad cîyê wî biheşt be.
02.12.2024
Şaxa Batmanê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *