Heyeta Parlamentoya Kurdistanê ji Elî Halo, Salar Mehmûd, Mihemed Elî Yasîn Taha, Êvar Îbrahîm, Necîbe Letîf Ehmed, Kemal Yelda, Behar Ebdulrehman, Perwa Elî Heme pêk hatibû.
Partî û sazîyên ku beşdarî civînê bibûn ev in: PAK, HAKPAR, KADEP,TKDP, PDK Bakur,ÖSP,Hereketa Azadi, DDKD, Tevgera İslamiya Gel.
Heyeta Parlamentoya Kurdistanê, sedema zîyareta xwe, wek pêşde birina dan û stendinên di navbera Başûrê Kurdistanê û yê Bakurê Kurdistanê îfade kirin. Heyetê grîngîya yekitiya neteweyî anî zimanî û got ‘’Em dixwazin di warên kulturî û civakî de jî têkiliyên xwe pêş de bixin.’’
Beşdarên civînê yên partî û sazîyên Bakurê Kurdistanê jî, her yek li ser navê partî û sazîyên xwe, di derbarê yekitiya neteweyî û dan û stendinên her du perçeyên Kurdistanê de bir û rayên xwe anîn zimanî.
Hevdu dîtina Heyeta Parlamentoya Kurdistanê û partî û sazîyên Bakurê Kurdistanê di atmosfereka germ û welatperwerane de derbas bû. 12.02.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê