Hey hawar..
Xwelî li serê me bî.
Temaşa wêne yê jêr bikin.
Ev wêne, wêneyê rewşa me ya kambax e.
Divên ji derveyê Kurda pirsegirika welat bi rengêkî rûtuş bikin.
Da ku bêjin pirsegirika Kurd ji aliyê hemû alîyan ve hate çareser kirin.
Ev leyzêkê û xapandinêk e.
Pêwiste evên kurdawarî difikirin, bêdeng nemînin.
Bêguman ji bo peşveçûnê her gav avêtinek, xudan nirxe.
Ku meriv bikarê, ders hilde ji bû duwerojê haceteke baş e.
Lê pêwiste em vê pirsê ji Partîyên Kurdistanî û kesên ku sibê heya hêvarê bezirganîya desthildarîya Başûr dikin bipirsin.
Gelo di Forma Hewlêr da çima hun tineniin?
Gelo we ji xwe ra rûmetek peyda nekirîye li Başûr? Yan seyr û seferên we turistîk bûn?
Dê bila bê qeyd û şert , Partîyên me yên ku ji xwe ra dibêjin “ Em Partîyên Kurdistanî ne” û ev cûwamêrên ku Başûr ji xwe ra kuble dizanin, bi lezgînî “Forma Amed’ê “ li dar bixin û lejneyeke ku hemûyan alîyan temsil dike û muhatabê pisegirika Kurd e bibjêrin.
Gerek em gilî û gazinan ji kesî nekin , ewil bi eynikê temaşa xwe bikin.
Gotina Kurda ya watedar “ Kero nemre bihar tê, pîrê nemre pincar te”
Gerek em her yek ji vê gotinê sûd hildin.