Li Hewlêrê bi beşdariya akademîsyenên Kurdistanê û Îtalyayê Dibeyta Zanistî û Çandî ya Navneteweyî ya yekem a Komeleya Dostaniya Kurdistan-Îtalyayê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de rêyên bipêşxistina hevkariya her du welatan a di warên akademîk û çandî de hatin gotûbêjkirin.
Di çalakiyê de ku di bin moderatoriya Dr. Luna Xalid de li Rûdaw TVyê pêk hat, hevkariya zanistî û çandî ya di navbera zanîngehên Kurdistanê û Îtalyayê de ya ku bi pêş dikeve hat nirxandin.
evkariya di navbera zanîngehên Îtalya û Kurdistanê de zêde dibe
Li dîbeyta ku bi beşdariya Zanîngeha Selahedîn, Zanîngeha Navneteweyî ya Tişk û şeş zanîngehên Îtalyayê pêk hat, akademîsyenê Kurd Dr. Hewraz Emîn diyar kir ku armanca bingehîn a vê dîbeytê bipêşxistina hevkariya zanistî û çandî ya di navbera zanîngehên her du welatan de ye.
“Li Kurdistanê 36 zanîngeh hene, 18 Ji wan taybet in”
Rektorê Zanîngeha Tişkê Dr. Îdrîs Hadî di dîbeytê de bal kişand ser girîngiya qadên kevneşopî yên wekî pîşekarî û destkariyê û got ku akademîsyenên Îtalî li ser van mijaran agahiyên girîng parve kirine.
Dr. Îdrîs Hadî da zanîn ku li Herêma Kurdistanê 36 zanîngeh hene û ji wan 18 taybet û 16 zanîngeh jî yên dewletê ne.
Akademîsyen Hadî diyar kir ku divê xwendekarên Kurdistanê ji bo dersên pratîkî biçin zanîngehên Îtalyayê.
Li gorî gotina akademîsyen Dr. Îdrîs Hadî hevkariya akademîk bi Îtalyayê bi pêşbixin da ku xwendekaan bişînin Îtalyayê û xwendekar li wir jî perwerde bibin.
“Kêmasiya herî mezin a zanîngehên Kurdistanê: Budce û amûr e”
Serokê Komeleya Dostaniya Kurdistanê-Îtalya Dr. Pawan Faris Dizayî da zanîn ku cudahiya herî mezin di navbera zanîngehên dewletê yên Herêma Kurdistanê û zanîngehên Îtalyayê de kêmasiya budce û amûrên teknîkî ye.
Dr. Pawan Dezayî jî got, “Li zanîngehên me budce û amûrên ji bo lêkolînên zêde nînin” û diyar kir ku hevkariyên bi Îtalyayê re dikarin vê valahiyê dagirin.
“Herêma Kurdistanê ji aliyê mêvanperweriyê ve baştirîn cihê cîhanê ye”
Profesorê Jeolojî û Zanistên Jîngehê yê Zanîngeha Zanistên Xwarinê ya Îtalyayê Dr. Andrea Pipirroniyê jî diyar kir ku ew li ser xwezaya Herêma Kurdistanê lêkolînan dike.
Dr. Andrea Pironiyê got, “Ez 9 sal in li vir im û Herêma Kurdistanê ji aliyê mêvanperweriyê ve yek ji baştirîn cihên cîhanê ye.”
Akademîsyena Îtalî Pironiyê anî ziman ku ew çavkaniyên xwezayî û riwekên herêmê vedikolin û got ku Herêma Kurdistanê di warê hilberîna riwekî de xwedî potansiyeleke mezin e.
Profesora Teknolojiyên Bijîşkî ya Zanîngeha Paviyayê Dr. Diana Matotiayê bal kişand ser wekheviyên di navbera çandên Kurdî û Îtalî de û got:
“Malên Kurdan wekî malên Îtaliyan germ û xweşik in. Di navbera her du çandan de wekheviyeke mezin heye.”
Matotiayê diyar kir ku divê jinên li Herêma Kurdistanê di zanist û akademiyê de bêhtir cih bigirin û anî zimên ku divê jin ji bo ku di perwerdeyê de rolên çalaktir bigirin bên teşwîqkirin.
Kurdistan ji bo hilberîna dermanên riwekî xwedî potansiyel e
Profesorê Bîyokîmyayê yê Zanîngeha Piemonte Rojhilat a Îtalyayê Dr. Diego Caprioglio jî behsa bipêşxistina teknolojiya bijîşkî lir.
Akademîsyen Dr. Diego Caprioglio ragihand ku Herêma Kurdistanê xwedî potansiyeleke mezin a hilberîna dermanên giyayî ye û lêkolînên bijîşkî yên li herêmê dikarin li gorî standardên cîhanê bên bipêşxistin.
Dr. Caprioglio got, “Bingehên zanista bijîşkiyê li her derê wekî hev in. Zanîna li Kurdistanê jî li gel standardên akademîk ên cîhanê hevaheng e.”
Derfeta master û doktorayê li Îtalyayê ji bo xwendekarên Kurdistanê
Akademîsyenê Îtalî Dr. Giovanni Vidari jî diyar kir ku ew ji bo wergirtina xwendekarên Herêma Kurdistanê da ku li Îtalyayê master û doktorayê bixwînin xebatan dikin.
Akademîsyenî Îtalî Giovanni Vidari got, “Em ji bo piştgiriya kariyera akademîk a xwendekarên Kurdistanê derfetên burs û bernameyên perwerdeyê ava dikin.”
Li aliyê din, Pispora Têkîliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Piemonte Rojhilat a Îtalyayê Dr. Clizia Rangino diyar kir ku ew dixwazin bi zêdekirina hevkariya akademîk a di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de, xwendekar karibin di asta navneteweyî de perwerdeyê wergirin.
Xebat li ser kêmkirina bikaranîna enerjiyê di hilberîna dermanan de
Profesorê Bîyokîmya û Dermankariyê yê Zanîngeha Bolognayê ya Îtalyayê Dr. Matteo Leon eşkere kir ku ew li ser projeyên ku dê di hilberîna dermanan de bikaranîna enerjiyê kêm bikin dixebitin.
Leon da zanîn ku ew plan dikin bi akademîsyenên Herêma Kurdistanê re di vî warî de hevkariyê bikin û got ku di warê hilberîna dermanan a domdar de divê projeyên hevbeş bên bipêşxistin.
Rûdaw