Heta kurd nebin dewlet, çu qîmet û ewleyîya jîyana wan tune!.. Jibo Çareserîyê, prensibek bes e: WEKHEVÎ / WEKHEVÎTÎ!..

Siddîq Bozarslan

Di 1ê oktobirê 2024an da Serekê MHP Devlet Bahçeli li Meclisa Tirk (TBMM) destên rêvebirên gelwekîlên Partîya DEMê girt û behsa aştîya tirk û kurd kir. D. Bahçeli, bi wê hewildana xwe adeta mohra xwe li rojeva sîyaseta Turkîyê xist. Di navbera vî 5 mehî da Bahçeli gelek tiştan got, lê wek encam, em dikarin gotinên wî bi kurtayî weha rêz bikin: “Bila Serekê rêxistina terorê Ocalan bi rîya Partîya DEMê were meclisê, di guruba wan da biaxife û îlan bike ku ew çekan datînin û rêxistina terorê fesih dikin, … Türkiye berdewamîya İmparatoruya Osmani ye”; “Di dema Osmani da asimilasyon / kedîkirin tunebû”; “Wê demê kultûrên cuda û etnisiteyên (neteweyên) cuda hebûn û wan heyîyên xwe domandine”; “îro jî li pêşîya Türkiyê dûzeneka nû ya Rojhilatanavîn heye, divê em bêqeza û bêbela ji navê derên.. Bila heyeta Partîya DEMê herin Îmralîyê û bi Ocalan ra biaxifin…

Qasî ku em ji çapemenîya tirkan haydar bûne; çend hefte berîya van hewildanên Bahçeli, Serekcumhurê Tirk Recep Tayyip Erdoğan gotibû ku ”hedefa Îsrail ne Lubnan e, esas hedef, Ankara ye.” Piştî van gotinên Erdogan, li ser daxwaza Serekê Partîya Muhalefetê CHP Özgür Özel, li TBMM civînek hat çêkirin ku ji çapemenîyê ra girtî bû. Wer xuya dibe ku rêvebirên dewletê digel Muhalefeta Kemalist adeta ketine bin tirsên kabûsan; loma ji gotinên Erdoğan û Özel jî wek gotinên Bahçelî, bîhna xweydana tirsê û tayê tên. Erdoğan jî hema bêje wek Bahçeli behsa biratî û yekîtî û hevkarîya tirk û kurd kir û got ku ev yekîtî dê dema pêşîya me da jî bidome û ”Turkiye hem dewleta tirkan e û hem jî ya kurdan e.” Serekê CHP Ö. Özel jî; ”Ez çitayê zêdetir bilind dikim. Ji kurdan ra dewletek wad dikim. Ew dewlet jî Dewleta Komara Turkiyê ye.”

Memûrekî dewletê jî jibo van hewildanên dawîyê weha gotibû: ”Divê were zanîn ku ev zimanê inisiyatifa dewletê ye ya ku hatîye pêşxistin ku PKK rêxistineke sîyasî ya kurdî ye.” Ev tespît bû sedem ku di nav sefên AKP da tesîreke gelek mezin ya acizîyê çêbe. Loma li vê hevokê gotina ”li dijî” lê hat zêdekirin ku maneya wê di warê neyênî da hat guhartin.  Loma piştî wê guhertinê ew hevok weha dibe: ”Divê were zanîn ku ev zimanê insiyatifa dewletê ye ku hatîye pêşxistin ku PKK li dijî rêxistineke siyasi ya kurdî ye.”  Esas ev tespît mirov 11 sal ber bi paşve jî dibe. Wek raya giştî pê dizane, di 2013an da nameya Ocalan di Meydana Newroza Amedê da hatibû xwendin û Ocalan gotibû ku ”..Ew amade ye di politika resmî ya dewletê da bixebite û mafê kurdan di destûra Turkîyê da ji xwe hatîye dayîn û qebûlkirin.” Hukumetê bixwe wê pêvajoya xwedêgiravî aştîyê sekinand û çarçoveya lihevhatinê betal kir û kesên ku li ser navê hukumetê çûn Îmralîyê û hatin; wan kesan avêtin zindanê. Numûneya herî ber bi çav zindanîkirina Selahattin Demirtaş e ku bi salan e di zindanê da ye.

Heyeta Îmralîyê roja 27.02.2025an di konferanseke rojnamevanîyê da peyama Ocalan bi  kurdî û tirkî xwendin. Di peyamê da “PKK di demekê da hatibû damezrandin ku rîya demokrasiyê hatibû girtin…” Wek mirov dibîne, bingehê felsefeya çareserîya şola kurdî jibo Ocalan; ”Netewe-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civata dîrokî ra bibin bersiv. Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civatî- aborî û siyasî ya hemî pêkhateyan, tenê bi hebûna civat û qada siyasî ya demokratik mumkun e. Ji demokrasiyê pê ve tu rîyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune û ne mumkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza esasî e.”     ”Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku Birêz Serekkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê da banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe. .. hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemî kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. / 25 Sibat 2025 / Abdullah Ocalan”

Di banga Ocalan da behsa tifaq û yekîtî û biratîya tirkan û kurdan ya hezar salî dike ku ev jî rastîya pratîka civatên me nîşan nadin. Bi tabîreka dî ev hezar salên ku nîşan didin, tu car nebûye biratîya tirkan û kurdan. Berewajê wê ev pratîka hezar salî bixwe ra koletîya kurdan û koledarîya (serdestîya) tirkan raxistîye meydanê. Ev tespîta Ocalan di heman maneyê da daxwaz dike ku kurd koletîyê qebûl bikin û bi dewletên navbernetewî ra têkilîyan çênekin û xwe bistirin wujdanên tirk û ecem û ereban.

Lê wek di demên berê da jî hatibûn dîtin, Ocalan, di 2002yan da jî PKK fesix kiribû; Kongra Gel û KADEK hatin çêkirin û PKK di 2004an da dîsa hat avakirin. Lê ji wan hewildanan jî giringtir, çêkirina KCK û Şerê Xendekan bûn ku di encamên wan bûyeran da tam komkujîyek hat pêkanîn. Di Dadgeha KCK da xuya bû ku Ocalan û MITê lihevkiribûn ku 500 kesên MITê di rêvebirîya KCK da cî bistînin. Lê di mahkemeyê da derket ortê ku di şûna 500 kesî da 1050 kesên girêdayê MÎTê kar  girtine ser xwe. Dîsa balkêş bû ku ew ”Orduya Sedsalê ya Hukukê” ku jibo Dadgeha Îmralîyê hatibû bi navkirin û naskirin ku jimareya wan 51/52 kes bûn. Di Mehkemeya KCK da derket meydanê ku 49 abûqadên ji wê orduyê, wezîfedarên MITê bûne. Di wê dozê da 10.000 kes hatibûn dadgehkirin û ji bil endamên MITê hemîyan bi hindikayî derdora 7-8 sal cezayê razana zindanê girtin. Bifikirin, her zindanîyek ku xwedîyê malbateka 4-5 nufûs be, ew dike 40-50 hezar kes. Bi tabîreka dî, ne tenê 10 hezar kes hatin cezakirin, di esasê xwe da 40-50 hezar kes hatin cezakirin. Ew jî Aqilê Paradigmaya Dewletê bû. Lê di çarçoveya wê aqilê dewletê da qoçana ku li kurdên mezlum hatibû birîn ne hew qas bû. Perçeyeka wê qoçanê jî Şerê Xendekan bû. Bi kurtî divê em piçek behsa wê jî bikin.

Wek tê zanîn, ji salên dawîya 1984an virve, neslek ku di bin sîya çekan da hatibûn dinyayê û di nava wê atmosferê da mezin bûbû; ji wê neslê derdora 10 hezar xort û keçên me, guhdarîya daxwaz û mesajên Îmralîyê, Qendîlê, Ewrupa û Ankarayê nedikirin û rasterast daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikirin. Daxwazên wê neslê bûn sedemên hedefa Ocalanê Îmralîyê û rêvebirên Ankarayê ku ew nesil were îmhakirin. Loma Ocalan ji MÎTê xwestibû ku rêxistineka nû ya çekdar jibo wî were avakirin, ji ber ku Qendîl êdî guhdarîya wî nake. MÎTê jî wê daxwaza Ocalan qebûl kiribû û jê ra rêxistineke dî ya çekdar ava kiribû. Di çarçoveyeka dî da jî partîya girêdayê wê xeta kedîkirinê bo Rejima Ankarayê, ketibûn hilbijartinê û bi piştgirîya MHP û CHP û Holdingên Medyayê %13 ray sitandibû û 80 parlamenter biribû TBMM ku ji wan 80yan tenê 20ê wan kurd bûn. Her weha di atmosfereke weha da ji xendekên Amedê heta Şirnexê, ew 10 hezar xort û keçên me hemî bûn qurbanî û bi hezaran jî birîndar bûn û bi 10 hezaran jî bûn koçber û li pey wan bûyeran adeta malwêranîyek li  meydanên bajarên me wek xatirayek man. Ji wan resmên hovîtîyê yek jê Cemîle ya 11 salî bû ku li Cizîrê di 7ê îlona 2015an da bi guleyên Hêzên Ankarayê hat kuştin û dayîka wê, laşê Cemîleyê 7 roj di dolaba qeşem (buzdolabi) da parast, ji ber ku destûra definkirinê tunebû.

Pêlên Ava Derya Egeyê, zêde tehemulê Laşê Alanê Kurdî yê 3 salî nekiribû û wî di 2yê îlona 2015an da avêtibû derve û ew resma Alanê 3 salî adeta bûbû mijara çapemenîya cîhanê û bû sedem ku Beledîya Romayê ya paytextê Îtalyayê navê wî yê mesûm li parkek xwe dayne.

Karikatorên ku serkêşîya banga Bahçelî û Ocalan dikin; ew di 27ê sibata 2025an da li

Amedê, li Wanê û li Stanbolê xewpêşandanên kêfxweşîyê li darxistin; li pêşîya ekranên

TVyan bi coşek mezin dahol û zirneyan lê dan, govend hat gerandin. Lê piştî xwendina

banga Ocalan, ew kîtleya ku bi coşê adeta bêhiş bûbûn, bêdeng û hustûxwar ji meydanan belav bûn, dûr ketin. Êdî ne dîyar e ku wan rebenan dê çi xwelî li serên xwe kin.

Divê mirov bi tîpên mezin bide xuyakirin ku Ocalan, ji salên 1990î virde bi dengeke bilind diqîre ku ji kurdan ra dewlet ne hewce ye, heta mafên kultûrî jî ne hewce ne. Bi wê felsefeyê Ocalan gelek caran li Bekkayê û li Şamê ji raya giştî ra gotîye ku ”Li bakurê Îraqê hewildanên ku Îsraîla duyemîn were çêkirin hene û em wek PKK hêzên xwe yên çekdar dişînin Qendîlê ku li pêşîya wê hewildanê rawestin, şer bikin. Avakirina Dewleta Kurdî li bakurê Îraqê, jibo Rojhilatanavîn xeter e.” Eynî Ocalan di mehkemeyê da gotibû ku ”Min di nava PKK da ji dewleta tirk zêdetir li dijî hevalên xwe têkoşîn daye û 17.000 înfazên min yên hundûrîn hene ku ew jibo Ankarayê xeter bûn.”  Loma banga Ocalan ya dawîyê suprizek nebû. Di çarçoveya ”Paradigmaya Nû” da wan bi rengeke dî dîtinên berê boyax kirine.

Lê ji wan jî giringtir, tespîtek di programa (bernameya) PKK da heye ku zêde kes behsa wê nakin ku ev jibo civateka mazlûm, zêde zêde giring e ku divê bihatana analizkirin. Di bernama PKK ”Kurdistan Devriminin Yolu”yê da hatîye nivîsîn ku ”Hemî partî û rêxistinên ku li Kurdistanê hene, ew li dijî şoreşê ne û divê PKK wan ji meydanê rake.” Bi rexneyeke herî sivik ev bername, bernameyeke ne kurdperwer û netewîperwer e. Bi awayeke dî, mirov divê partîyeka weha  wek Partiya Kuştina Kurdistan / an Kurdan binav bike. Çarçoveya îlmî jî vê rastîyê nîşanî me dide. Ji ber ku kurd wek civat bindestên kolonyalistan in û divê hemî partî û rêxistinên kurd, bivênevê di nav tifaqek da dikarin nîrê kolonyalizmê li ser xwe rakin. Nuqteyeka dî jî, eger ew program di welateke serbixwe û azad da were nivîsîn, bi taybetî li Ewrupa, hemî rêvebirên partiyeka weha dê têxin tîmarxaneyê û wan tedawî bikin. Qasî ku ez pêhesîyame, li Hollanda cezayeke weha, heta hetayê ye (muebet) û rêvebirên partîyeka weha ew nikarin bi hêsayî ji tîmarxaneyê jî rizgar bibin. Ji ber ku ew partî, dixwaze partîyên dî bi fizikî ji meydanê rake ku ev ne tenê karên diktatoran e her weha ew karên nexweşên klinik in. Nexweşên weha giran jî bi hêsayî û di demeke kurt da nikarin werin tedawîkirin.

Li gora haydarîyên R. T. Erdogan yên roja 28.02.2025an, ev bûye salek ku 3 kesên dewletê bi Ocalan ra hevdîtinan domandine. Di encama wan hevdîtinan da Peyama Ocalan hatîye amadekirin. Loma heyeta Îmralîyê piştî hevdîtina xwe ya ewil, peyama Ocalan jî dabû raya giştî. Di wê peyamê da Ocalan; ”Ev paradigmaya nû ku berêz Bahçelî û berêz Erdogan hêz dane wê, ez jî di maneya erênî da xwedîyê wê hêza biryardayînê me ku piştgirî bidim wan.” Loma divê li ser gotina ”Paradigmaya nû” were rawestandin ku gelek kes wê fam nakin an naxwazin wê fam bikin. Bi tabîreka dî ev paradigmaya nû, mirov dikare wek ”aqilê dewletê” ango bi tabîra trafika hewayê ”Qutuya reş” ku jibo firokeyan tê xebitandin, qebûl bike, yan jî bi tabîreka dî ”Dewleta Kûr” bi navbike.

Xuya dibe ku di nav aqilê dewletê da rolên sereke dane Bahçelî-Erdogan û Ocalan. Partîyên dî yên ku li TBMM temsîl dikin jî eşkera kirine ku dê piştgirî bidin vê paradigmayê. Gelo van sê aktoran û hemî aktorên dî ku li meclisê ne, qet li ser fikirîne ku ew aqilê dewleta sed salî, zencîrên koledarîyê xistine hustûyên wan bi xwe jî! Gelo van aktoran hemî, tenê di çarçoveya demokrasîyê da be jî dê bikaribin wan zencîrên koledarîyê ji hustûyên xwe derxin? Îşaretên pozitif jibo vê resmê, mixabin xuya nakin. Mîsal, gotinên Erdogan ku roja 28.02.2025an di hemî TVyan da derçûn ev bûn: Hukumet dixebite ku ”Destûrek Nû” çêke; lê ev destûr li ser esasê 4 madeyên destûra nuha dê were amadekirin. Yanî bi gotina temam, 3 maddeyên destûrê yên ewil didin xuyakirin ku zimanê resmî yê dewletê tirkî ye û hemî kesên ku wê destûrê bijartine tirk in û ji bil tirkan mafên çu kesî li ser erdnîgarîya Turkîyê tune ye û maddeya 4an jî dibêje ku pêşnîyazkirina guhertina her sê maddeyên ewil nayê kirin, yanî qedexeye ku mirov bêje di wan maddeyan da bila guhertin çêbin. Bi gotineka dî, naveroka wan 4 maddeyan jibo kurdan û civatên dî yên ku ne tirk in, Genocide ye, yanî komkujî ye.

Digel vê rastîyê jî Ocalan di mehkemeyê da gotibû ku ew ”dê tirkîya Stanbolê hînê kurdên Hakkarîyê bike.” Yanî ew demokrasîya ku Ocalan diparêze, sed sal e di jîyanê da bûye û jibo kurd û neteweyên dî yên netirk, tenê koletî bûye, bi gotineka dî, tirkbûn bûye. Erdogan jî li Meclisê gotibû ku ”Ev dewlet, him dewleta tirkan e û him jî ya kurdan e!” Dîsa Erdogan, roja hilweşandina rejima Esad ya Şamê got ku ”Turkîye, ji Turkîyeyê meztir e!” Vê gotina xwe adeta wek mizgînek û serfirazîya xwe û Turkîye dabû nîşandan. Ev gotina Erdogan tê maneya Osmanîtî ango Împaratorîya Osmanî. Ji ber ku dewleta Osmanî, ji Turkîyê meztir bû. Erdogan baş dizane ku di sînorên Dewleta Osmanî da Kurdistan hebû, kurd hebûn, zimanê wan kurdî hebû û kurd li herêmên xwe, bi mîrekîyên xwe rêvebirina xwe ya herêmî pêk dianîyan. Bi taybetî Erdogan û Bahçeli, divê li gora peyvên xwe yên li TBMM gavên berbiçav bavêjin. Mesela hem jibo aştîyê alîkarî ji Ocalan digrin, lê hê jî gelek serekên şaredaran di zindanan da ne û di şûna wan da kayyum li ser kar in. Tiştên weha qet li qalibên aştîyê nayên û zirarê didin pêvajoya heyî ku hun dixwazin ”bêqeza” jê xilas bibin. Mesela hun dikarin yasayek çêkin ku zimanê kurdî serbest bibe û bibe zimanê resmî ku ev daxwazeke însanî ye. Loma divê Bahçelî, Erdogan, Ocalan û hemî serekên partîyên dî bizanibin û bifikirin ku di nava 168 zimanên cîhanê da zimanê kurdî, zimanê 8emîn e. Lê mixabin, hê jî zimanê qedexekirî ye.

Di 4.11.2024an da nivîsareka Serekê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Berêz Mustafa Ozçelik di Netewe û Rûpelanu da derçû. Mustafayê Xoşevîst di wê nîvîsara xwe da bi hûrgilî li ser avakirina dewleta tirk û destûra tirk wd rawestîyaye û gelek pêşnîyaz jî kirîye ku ez jî dikarim îmzeya xwe li binê wê nivîsarê deynim. Lê hê demeke dirêj di navberê da neçûbû ku Wezîrê Hundûrîn bi awayeke lezgîn ket nava hewildanan û ewil serekê beledîya Esenyurt ya

Stanbolê, paşê serekê beledîya Mêrdînê,  Xalfetî ya Rihayê û Dêrsim û Ovacik ya Dêrsimê û ya Miksê ya girêdayê Wanê ye, ji kar dûr xistin û di şûna wan da kayyum taîn kirin. Van hewildanên hukumetê yên dijî- demokratik hê jî didomin û her ku diçe jimareyên kayyuman zêde dibin. Dîsa balkêş e, AKP ev 8 sal e ku bi rîya kayyuman rêvebirîya gelek beledîyeyan bi desxist; lê piştî her hilbijartinê, xelk acizîya xwe nîşan dide û bi rayên xwe wan kayyuman dûr dixe. Bi tabîreka dî, AKP nikaribûye beledîyeyên kayyuman bi dest bixe û di vê xetayê xwe da înat dike. AKP, hê di despêka sîyaseta xwe da behsa ”îradeya millî” (Milli Irade” kiribû û wê şîara xwe bi salan domand; lê bi kirinên xwe AKP, êdî îradeya mili jî nas nake. Xwedê aqil bide wan.

Divê Bahçeli, Erdoğan, Ocalan, Özel, Îmamoglu, S. S. Onder (Artistê Paradigmayê)  û heta hemî partiyên ku hene, baş bizanibin ku eger ew bi awayeke demokratk şola heyî çareser nekin; wê demê şert çêdibin ku ew şol bibe şoleka navberneteweyî û hêzên navberneteweyî dê li gora menfeet û sitratejiyên xwe, bi awayek wê çareser bikin. Heta ku van rêvebirên îro dikevin taya tirsê û kabûsan dibînin, divê ew xwe biguherin û li şolê bi awayeke rast û durûst binêrin û bikevin nav hewildanan. Lê wek ji gotinên Özel xuya dibe; hê jî ew û hemî rêvebirên Partîya Sûcdarê Sed Salî naxwazin li xwe werin mikurê ku wan sûcê herî mezin ên li vê cîhanê hene, anîne şûnê û hê jî bêşerm û bêheya dewleta xwe ji kurdan ra pêşkêş dikin ku ji her derê wê dewletê bîhna xwînê tê.

Ji 1919an heta 1938an ew qetlîamên ku li Koçgirî, li Amed û Xarpêt û Çewlig, li Gêlîyê Zîaln û Dêrsimê hatine kirin, sedemên encamên wan, partîya CHP ya Kemalist bixwe ye û eger îro jî yekî wek Ekrem Îmamoglu pesnê Mustafa Kemal (Ataturk) bide û serekê wî agayê Ozel jî behsa dewleta xwe ya xwînxwar bike, xuya dibe ku aştî hê gelek dûr e. Tenê jibo gunehkarî û sûcdarîya we ya sed salî em dikarin qedexekirin û înkarkirina zimanê kurdî nîşan bidin. Gelo hûn qet li ser fikirine ku bi rîya dewletê û dezgahên wê yên qedexekirin û cezadayînê mirov dikare zimanek qedexe bike? Lê we ev sûcê mirovatîyê pêkanîne û hûn hemî (çi iktîdar û çi muxalefet) qesasê vê gunehî ne û hûn hê jî bi înat wê politika  hovîtîyê dimeşînin. Wek di encamê da dubare derket meydanê ku hewarîya we jibo Ocalan jî têr nake û we ji wê gunehkarîyê xilas nake.

Pêwist e em behsa çend konferansên ku li Amedê çêbûn bikin. Yek ji wan di 22.12.2024 an da bi navê ”Yaşanan Gelişmelerin Değerlendirilmesi ve Kürdler Ne Yapmalıdır Çalıştayı” bû ku  ji alîyê HAK-PAR, PSK û PWK (Partiya Welatparêzên Kurdistanê) ve hatibû amadekirin. Berîya wê Çaliştayê jî PWK bi tena serê xwe konferansek li dar xistibû. Wek raya giştî pê dizanin, van partîyan, jibo çareserîyê Sistema Federalîyê diparêzin.

Piştî banga Bahçelî, çend civînên mezin ji alîyê derdorên tirkan ve jî çêbûn. Wek mîsal;   Weqfa Aştîyê (Barış Vakfı) bi navê “Geçmişin Tecrübesiyle Geleceğe Odaklanmak Çalıştayı” civînek  çêkir. Civîneka dî, derdorên muhafezekar Ekopilitik, bi navê

“Ayrışmadan  Uzlaşmaya – Demokrasiyi Yaşatmak ve Güçlendirmek” konferansek hat lidarxistin. Civîneka dî jî, ”Türkiye Sosyal Ekonomik Siyasal Araştırmalar Vakfı (TÜSES)” amade kir ku ew dezgah nêzîkî CHP ye ku navê civînê jî balkêş bû: “1 Ekim Sonrası Türkiye ve Esad Sonrası Suriye”

Qasî ku hat xuyakirin di wan hemî civînên tirkan da rewşa Turkîyê piştî banga Bahçelî û dahatuya Surîyeya nû û rewşa kurdan hat gengeşekirin. Divê mirov bide xuyakirin ku li gora du – sê anketan %50yê beşdarvanan banga Bahçelî erênî dîtine û anketên şirketên kurdan jî dibêjin ku %665ê kurdan piştgirîya çekdanînê dikin û raya giştîya tirk, kurd û navberneteweyî piştgirî didin bangewazîya Ocalan û van faktorên hundûr û derve rê dide ku çek werin rawestandin. Ez bixwe jî aşbetalîya çekan diparêzim. Ew çekên ku ji roja ewil ve wek tifinga filan xwedîyê xwe kuştine û qoçana wê derdora150 hezarî zêdetir mirî û bi deh hezaran birîndar û bi milyonan kurd bûne koçber. Bi peyva xelkê tam malwêranî û malxirabîyê bi xwe ra anîye û bi gotina navberneteweyî ev, Genocide ye. Bi peyva bapîran; ”Dermanê hemî xurekan xwey e, lê ku bihn kete xwey, êdî tu derman nîne.” Herî dawî jî ez dixwazim Anketa Şirketa Lêkolînê ya Metropolê çêkirîye bînim bîra hemî partîyan ku li TBMM xwedîyê temsîlê ne. Li gora wê anketê %76ê jinan, ewleyîya canê wan û zarûkan nîne, dibêjin. Ev jimare di nav MHP da %70 ye û di nav AKP da jî %60 e. Ez hêvîdar im hem di şola giştî da û hem jî di şola kurdî da gotinên Îbn-î Haldun bibe alîkarê we hemîyan ku dibêje;”..Matematik, hewildanên mirov diguherîne, heta mirov durust dike!..” Ez dixwazim bi gotinên çend xoşewistên biyanî û çend rêzikên kurdî yên zêrîn nivîsarê temam bikim.

Prof. Dr. Yona Alexander, jibo kurdan: ”Neteweyê ku jibo patronên dî şer dike.” dibêje.

Jill Hproburg, jibo kurdan dibêje: ”Hest û hîsên neteweyî yên wan pir lawaz in an hîç nînin. Loma eskerê her kesî ne!”

La Fontaine: ”Yê ku di wextê pêwist da hewildanê nizanibe, tu fêdeya axiftinê tune ye.” James Allens: ”Bi hezkirin bifikirin, bi hezkirin biaxifin, bi hezkirin tevbigerin. Her pêdivî dê were şûnê.”

Aristo: ”Hezkirin, kêşandina êşê ye; nehezkirin, mirin e.”

Shakespeare: ”Cîyê ku em evînê diçinin, bextewarî lê mezin dibe.”

Martine Luther: ”Her însanek, bi mêweyê (fêkî) xwe tê naskirin.”

Voltaire: ”Xwestina pêşveçûnê, wek ku dehayê xwedî dike.”

  1. Fanon: ”Vatinîya me ya herî giring jibo pêşedemê, di welatê me da çi qewimîye, divê em timî têgihiştina wê bikin, divê em hestê istisnayê teşwîq nekin, li qehremanek / lehengek an serekek negerin. Divê em mirovan hişyar bikin, têgihiştin û zanîna wan xurt bikin, her wiha em wan bi piralî bikemilînin da ku em wan bikin mirov.”

Çend gotinên kurdî yên zêrîn

”Em ji xelkê ra dost û yar in                                                                                                                             

Em ji hev ra gur û mar in  

Em ji xelkê ra cî û war in                                                                                                                      Em ji hev ra erdê sar in 

Em ji xelkê ra dengbêj in                                                                                                                            

Em ji hev ra lal û gêj in  

Em ji xelkê ra hevîr in                                                                                                                            Em ji hev ra kevir in 

Em ji xelkê ra şîr in                                                                                                                                           

Em ji hev ra şûr in

Em ji xelkê ra dixtor in                                                                                                                                     

Em ji hev ra kor in” 

(Ez spas ji Lezgînê xoşewîst ra dikim ku çendek berê van gotinên zêrîn ji min ra şand. Hêvîdar im ew jibo gelek kurdan bibin guhar û şîretên baş) 11ê adarê 2025 / Swed

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *