Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê Hesen Dugaym diyar kir ku Kurd civakeke xwecihî û girîng a Sûriyeyê ne û ew ê di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê de bibin beşeke girîng.
Di daxuyaniyekê de ji bo peyamnêrê K24ê Enwer Ebdulletîf li Sûriyê, berdevk Hesen Dugaym ragihand, Kurd, Tirkmen, Ereb, Misilman, Elewî, Şîe, Durzî û welatparêzên ku dikarin berjewendiyên Sûriyê biparêzin wê beşdarî kongreyê bibin.
Dugaym da zanîn ku di kongreyê de mijarên weke ewlekariya welatiyên Sûriyê, paşeroja Sûriyê, yekîtî û yekparçeyiya xakan, serweriya welat û xizmetkirina welatiyan wê bên gotûbêjkirin û got, “Kurd ku civakeke xwecihî û girîng a Sûriyê ne, dê beşeke girîng a kongreyê bin.”
“Hemû Kurdên li vir xwedî heman nasname ne. Tu ferqa Kurdên êzîdî û Kurdên misilman tune ye. Ew ji vî welatî hez dikin. Li vir Kurd nûnertiya Ereban dikin û Ereb jî nûnertiya wan dikin.” Dugaym da zanîn ku heta niha bi partî û rêveberên Kurd re hevdîtin pêk neanîne.
Berdevk Dugaym got, “Divê welatên rojavayî mueyîdeyên ku li ser Sûriyeyê sepandine rakin, da ku em xizmetê ji welatiyên xwe re bikin, ewlehiya xwe ya navxweyî misoger bikin û Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.”
Derbarê darvekirina wan kesên ku ligel rêjîma Esed hatiye hilweşandin Berdevkê Hesen Dugaym got, “Yek ji armanca me di kongreyê de dadmendî ye, lewma divê ev kes mafên xwe werbigirin û dadwerî were peydakirin.” (PK)