Gorîstan bîrdanka civatê ye, dîrok û wêneya jiyanê ye.
Ez pirî caran gava diherim bajarekî an deverekî, li nas, dost û xizmên xwe digerim, silavekî germ didim wan.
Pêwendî û têkilîyên civakî, mirovahî ji bo sar nebe, her dem ez derîyê dilê xwe vekirî dihêlim ji bo têkoşerên doza netewî….
Ez gava diherim deran, heval û hogirên xwe, şehîd û hêjayên xwe bibîr tînim. Derfetan peyder dikim û diçim nav goristanan. Di kûrahiya dilê xwe de bi nas û dostan re sohbetên kûr û hûr dikim. Di derbarê xewn û xeyalên me yên pîroz de em bi hevra hestên xwe parve dikin.
Pirî caran li ser tora civakî, ez dibînim hinek kes bi şeweyekî bê usûl ji parvekirinên bibîranînan acis dibin û di bin navê rexnegiriyê de nerazîbûna xwe nîşan didin.
Ez tu carî rexne û aciziya wan kesan ji xwe re nakim dert, lê car caran bi çend gotinan be jî, ez dixwazim bayê ûjdanê ber bi dil û mejiyê wan de bişînim.
Doh ez û Kekê Rifat Sefali li Çewlikê bûn. Piştî serdana nas û dostan me berê xwe da goristana Çewlikê. Me bi hevra silavek da hemû hêja û ezîzên gorbihuştên Kurdistanê… Zeki Adsız, Ismaîl Hakkî Mutevelizade, M. Hayri Durmuş, Cihat Elçi û şehîdên din.
Ev leheng û Pakrewanên Kurdistanê bi ked û xebatên hêja navên xwe di rûpelên diroka Kurdistanê de nivîsandin. Em bi rêzdarî ked û têkoşîna wan hêjayan bibîr tînin.