Hejmarek ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê nameyekê radestî Wezîra Derve ya Almanyayê dikin

Hejmarek ji rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Bonnê hevdîtinekê bi Wezîra Derve ya Almanyayê re dikin û nameyekê radestî wê dikin.

Hejmarek ji rewşenbîrên Kurd li Almanyayê dimînin îro 10ê Çile li perawîza kampanyaya hilbijartinan a Partiya Kesk a Almanyayê li bajarê Bonnê, hevdîtinek bi Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock kir û nameyek radestî wê kirin.

Medyakar Inayet Dîko ku yek ji kesên hevdîtin bi Baerbock re kiribû ji K24ê re got: “Di nameya me ji bo Baerbock de, xalên sereke li ser rewşa niha li Sûriyeyê û berdewamiya qeyrana siyasî û mirovî, rewşa giştî ya Kurdan li Sûriyeyê û bi taybetî rewşa Efrînê û herêmên din ên kurdî hebûn.”

Inayet Dîko da zanîn jî: “Di nameyê de, me daxwaz kir ku Hikûmeta Almanyayê zext û fişarê li ser hemû aliyên Sûriyeyê bike, ji bo parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û bidawîkirina guhertina demografî li Efrînê û li navçeyên din ên Kurdî.”
Destnîşan kir jî: “Wezîra Derve ya Almanyayê di serî de giringiyeke mezin nîşanî pêşniyarên me da û tekezî li ser pabendbûna hikûmeta Almaniya ji bo piştgiriya mafên mirovan û prensîpên demokratîk li Sûriyeyê kir.”

Medyakar Inayet Dîko got jî: “Baerbock tekezî li ser girîngiya parastina cihêrengiya çandî, etnîkî û olî li Sûriyeyê kir, bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyan û di nav de mafên gelê Kurd bên misogerkirin.”

Ev hevdîtin piştî wê tê, Wezîra Derve ya Almanyayê roja 3ê Çile sersdana Şamê kiribû û bi serokê desthilata nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyabû.

Annalena Baerbock tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e tevaya pêkhateyên Sûriyeyê tevlî avakirina wî welatî bibin, bi taybet jî ku Ewropa di vê qonaxê de alîkariya Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê dike.

K24

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *