Kovara Derûnnasiyê “Psychology Kurdî”yê hejmara xwe ya 20an derxist.
Psychology Kurdî ku ev 9 sal in xebatên xwe di warê derûnnasiyê de didomîne, bi hejmara xwe ya 20an dîsa derket pêşberî xwendevanan.
Di vê hejmarê de edîtorên kovarê, dosyeya “tendirustiya derûnî û edaleta civakî” ji xwe re kiriye mijar ku ev mijareke girîng a têkildarî wekheviyê, edaletê û bandora rewşên civakî li ser derûniya mirovan e.
Di vê hejmarê de nivîs û hevpeyvînên curbicur cih digirin.
Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Derûnnasiya Aştiyê” li ser rola derûnnasiyê di pêşîlêgirtina tundî û avakirina civakeke wekhev de disekine.
Prof. Dr. Burhanettîn Kaya bi nivîsa “Edalet Derûniya Mirov Hildiweşîne an Baş Dike?” têkiliya edaletê û trawmayê dinirxîne.
Psîkiyatrîst Azad Dildar bi nivîsa xwe ya “Trawmaya Kolektîf, Veguhastina Navnifşî û Edaleta Başker” trawmayên civakî û rola edaleta başker vedikole.
Her wiha, Eren Keskîn, Abdurrahim Ozmen, Ercan Şen û Bîlal Yildiz bi perspektîvên cuda (hiqûq, antropolojî, derûnnasî û xizmeta civakî) mijara tenduristiya derûnî û edaleta civakî şîrove dikin.
Nivîsên din ên di kovarê de ji aliyê nivîskarên wekî Şêwirmendê Derûnî Enver Îlerî, Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz, Derûnnas Siyabend Aslan, Derûnnas Samed Dogan, Şêwirmenda Derûnî Gulbeyaz Bozan, Plansaza Bajaran Zeynep Guneş Yildirı=im, Pispora Trawmayê Psîkoterapîst Hataw Ahmed Sharif, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn, Şêwirmendê Derûnî Elîxan Bozan û Mamoste Îlyas Tunç ve hatine amadekirin.
Nivîskar Bextiyar Elî jî di beşa “Pirs û Bersiv”ê de mêvanê kovarê ye.
Di edîtoryaya kovarê de Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Azad Dildar, Samed Dogan, Gulperî Gunduz û Leyla Turhan cih digirin.
Kovar ji weşanên Avestayê derdikeve û xwendevan dikarin hejmara nû ji malpera Avestayê û platformên dîtir ên firotinê peyda bikin. (Rûdaw)