HAK-PAR, PSK, PWK li Stenbolê Komkujiya Helebceyê Bi Bîr Anîn

Yekîtîya Netewî û Azadîya Kurdistanê Dikare Birînên Qirkirina Helepçeyê Bipêçe

 

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja yekşemê 16ê Adara 2025an bi daxuyaniya çapemeniyê, rêzgirtin û pêşandana sînevîzyonê Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn.

 

Çalakiya hevbeş li Teşkîlata Stenbolê ya HAK-PARê pêk hat.

 

Moderatorîya çalakîyê Alîkarê Serokê Giştî yê PSKê Bahattîn Tûran kir.

 

Di destpêka çalakîyê de ji bo Komkujîya Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin.

 

Paşê daxuyaniya hevbeş a HAK-PAR, PSK û PWKê ji aliyê Nûnerê Bajarê Stenbolê yê PWKê Cengîz Gungor bi Kurdî û ji aliyê Alîkara Serokê Giştî yê HAK-PARê Semra Arcan Gokçen bi Tirkî hat xwendin.

 

Piştî xwendina daxuyanîya hevbeş, di derbarê Komkujîya Helebceyê de sînevîzyonek hate pêşandan.

 

Paşê Seyda Ebdulmecîd Kapazan û Cengîz Gungor helbestek xwendin.

 

HAK-PAR, PSK û PWKê xwestibûn ku ji bo bîranîna Komkujîya Helebçeyê li qada vekirî jî çalakiyekê li dar bixin, lê Walîtiya Stenbolê destûr neda vê çalakiyê.

 

Ji ber vê yekê, beşdarên çalakîya hevbeş li ber Teşkîlata Bajarê Stenbolê ya HAK-PARê pankart vekirin û Komkujiya Helebceyê şermezar kirin.

 

Piştî pankart hate vekirin, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun di derbarê jenosîda helebçeyê de axaftinek kir, lê polîsan midaxaleyî axaftina wî kirin. Kasım Ergun jî got ‘’5000 insanên me hatine qetil kirin. Hûn tehamul nakin ku em behsa we jî bikin.Ez vê helwestê protesto dikim. Ezê biaxivim û hûn dixwazim derbarê min de lêkolîna yasayî destpê bikin’’. Kasim Ergun her axaftina xwe dewam kir.

 

Ji bilî endamên HAK-PAR, PSK û PWKê, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd jî beşdarî çalakîya Stenbolê bûn.

 

Ev jî daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PSK, PWKYê ya di derbarê Jenosîda Helebçeyê ye:

Yekîtîya Netewî û Azadîya Kurdistanê Dikare Birînên Qirkirina Helepçeyê Bipêçe

37 sal di ser qirkirina Helebçeyê re derbas bû.

Balafirên şerî yên rejîma kolonyalîst a Seddam Huseyîn, di 16ê Adara 1988ê de Helebçe bi çekên kîmyewî ve bombebaran kirin. Di vê qetlîamê de zêdeyî 5000 kesî  jiyana xwe ji dest dan. Pirê wan zarok, jin, kal û pîr bûn. Bi deh hezaran kes jî birîndar bûn û gelek jê seqet man.

Armanca wê êrîşa roja 16ê Adarê ya bi çekên kîmyewî, qedandina hemû jîndar û  jîndarîya li Kudistanê bû. Jenosîda Helebçeyê, xelekek e ji jenosîda Kurdan e.

Qirkirina Helebçeyê beşek ji Operasyonên BAAS bû. Weka ku berpirsên rejimê jî wî sûcê xwe pejirandibûn û gotibûn, armanca Operasyonên Enfalê, tunekirina Kurdan û Kurdistanê bû. 

Di Operasyona Enfalê ya ku di navbera salên 1986-1989î de pêk hatibû, 182 hezar Kurd hatin kuştin. Ji vana, 75 hezar Kurd sirgûnî kirin Başûrê Iraqê kirin û bi saxî binax kirin. Di vê pêvajoyê de 4500 gundên Kurdan û bajarên Qelediz, Helebçe û Seyîd Sadiq hatin wêrankirinê. Berîya wê jî 8000 zilamên Berzanîyan yên ji 7salî heta 70 salî  hatibûn qetil kirin.

Komkujîya Helebçeyê sûcekî mezin yê  li dijî mirovahiîyê ye.

Komkujîya Helebçeyê bi çavlêniqandina dewletên mezin û li ber çavên cîhanê pêk hat.

Dewletên cîhanê li hemberî qirkirina Helebçeyê bêdeng man û bûn şirîkê vî sûcê mezin. 

Di dema qirkirina Helebçeyê de, dewletên herêmê, Cîhana Ereban, Yekîtiya Sovyetê, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropayê û Emerîka bêdeng man û çavê xwe ji vê qirkirinê re girtin.

Ew dewletên cîhanê yên ku wê rojê çavên xwe ji qirkirina Helebçeyê girtin û bêdeng man, îro jî çavên xwe li êrîş û komkujîyên ku çar dewletên dagirker yên li ser gelê Kurd û dagirkirina wan a Kurdistanê digrin.

Miletê Kurd dikare bi tifaq û yekîtîyeke netewî ya ku li ser berjewendîyên Gelê Kurd û Kurdistanê pêk bê, serî bi wan planên xayîn derxe.

Tenê yekîtîyeke berfir, neteweyî û demokratîk a li ser berjewendîyên Gelê Kurd yên netewî, niştimanî pêk bê dikare wan pilan û defikên xayîn bişkîne, belawela bike.

 Di nava van şert û mercên dijwar de jî, têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr û bawerî û biryardarîyeke qewî berdewame, didome. Çawa ku, qirkirinên Helebçe û Enfalê nekarîbûn pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê me bigrin, êrîş, komkujî, dagirkerî û qirkirinên ku îro li dij gelê me têne meşandinê jî nikarin meşa me ya azadîyê rawestînin.

Miletê Kurd xwedîyê tecrube û berxwedaneke kûr û dîrokî ye. Gelê Kurd, tu gavekê serî li pêş dagirkerîyê, kedxwarîyê, zilm û zordarîyê netewandîye. Ji vir şûnda jî, gelê me wê ji bona jîyaneke bi rûmet, ji bona di welatê xwe de azad û serfiraz bijî, dê her li ser pîyan be û dê li mafê xwe yê xwe îdare kirinê xwedî derkeve.

Bi qasê misqalekê jî şika me jê tune ye ku emê di têkoşîna azadîya gelê xwe de bi ser bikevin.

Em bi vê minasebetê bangî sazîya Neteweyên Yekbûyî dikin! Divê Sazîya Neteweyên Yekbûyî, komkujîya Helepçeyê bi awayekî fermî nasbike, bipejirîne û weka komkujîyek li dijê mirovatîyê pênase bike.

Em di 37emîn salvegera qirkirina Helebçeyê de, hemû berpirsîyar û alîgirên vê qirkirinê careke dinê şermezar dikin.

Em hemû şehîdên Helepçeyê û yên Kurdistanê, bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

16.03.2025

Partîya Maf û Azadîyan (HAKPAR)

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)whatsapp-image-2025-03-16-at-18-01-21.jpeg

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *