Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), êvara pêncşemê, 20ê Aadara 2025ê, li Amedê, li Qada Şêx Seîd, bi Alayên Kurdistanê û bi meşaleyan cejna Newrozê pîroz kirin.
Di pîrozbahîyê de ji bo şehîdên rêz hate girtin û daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê bi kurdî hate xwendin.
Li gel Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê, gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd û gelê me yê Amadê beşdarî vê pîrozbahîya newrozê bûn.
Beşdaran bi sloganên ‘’Bijî Newroz, Bijî Kurdistan’’ û bi ahenga erbaneyê govend gerandin.
Pîrozbahîya newrozê ya ku ji alîyê HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê ve li Amedê, li Qada Şêx Seîd hatibû organîze kirin,  bi coş û xweşî bidawî hat.
Ev jî daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê ya di derbarê Newrozê de ye:
SEMBOLA AZADÎ Û SERXWEBÛNÊ NEWROZ PÎROZ BE
ÃŽro Newroz e.
Newroz sembola azadî û serxwebûnê ye.
Newroz ruhê serhildana Kawa ya li dijî Dehaqê zalim e.
Newroz bîra têkoşîna me ya azadiyê ya 3000 salî ye.
Em îsal jî bi coşeke mezin, bi baweriya kûr a azadiyê û bi hêviyeke xurt a serkeftinê Newrozê pîroz dikin.
Em zincîrên koletiyê yên li gelê me hatiye kirin bi biryardarî dişkînin û gav bi gav, bi cesaret û sebrê rêya serkeftinê vedikin.
Em piştî her têkçûnê ji nû ve vedijîn û sirûda serkeftinê nifşek dihîhînin nifşekê din.
Em li Amed, Mehabad, Hewler û Qamîşlo ji bo azadiya Kurdistanê di ruhekê da dibin yek.
Ji bo paşeroja gelê Kurd û Kurdistanê em di demên dîrokî re derbas dibin.
Ne ji mêjve ye, 34 sal berê miletê kurd beşeke Başûrê Kurdistanê rizgar kir û hîna Kerkûk û gelek cîhên Kurdistanê di bin dagirkerîyê de bin jî eve 20 sal e gelê me bi statuyeke federe û azad dijî. Êdî bextê me guherîye.
Niuha gelê me yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê li ber firsendên dîrokî ye.
Îro, dilê Kurdên çar aliyê cîhanê, li her şeş parzemînên cîhanê, ji bo Rojavayê Kurdistanê lêdixe.
Ew rojên ku gelê me yê Rojava li welatê xwe da azad û bi serbilindî bijî ne dûr ein.
Bi vê tecrubeya xwe ya dîrokî û dewlemend emê bikaribin serî bi hemû astengîyan derxînin.
Gumana me jê tuneye ku em ê li Rojavayê Kurdistanê bi yekîtî, hevkarî û tifaqa neteweyî bi ser bikevin.
Ji bo parastina statuya federasyonê ya ku gelê me bi dest xistiye, em ê Başûrê Kurdistanê wek ronahiya çavê xwe biparêzin. Ji ber ku ew xewn û hêviya me hemûyan e.
Em ê alaya ku Qadî Muhammed hilgirtiye hîn bilindtir bikin da ku kelehên zordarîya kolonyalîst li Kurdistanê hilweşînin.
Ji bo ku çek û pevçûn li Bakurê Kurdistanê bi dawî bibe û gelê Kurd bigihje mafên xwe yên netewî û demokratîk, em ê hîn zêdetir refên xwe bijidînin. Di vî warî de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê me.
Me biryar daye ku ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê li ser zemîna netewî yekîtiya xwe ava bikin. Em ê xhewlên xwe yên jibo yekîtiya neteweyî roj bi roj xurtir bikin.
Newroz bihar e, destpêkek nû ye, îradeya ji nû ve avakirinê ye.
Werin em di vê Newrozê de li dora nasnameya xwe ya netewî, zimanê xwe yê xweşik û nirxên xwe yên netewî û dîrokî mil bidin milê hev.
Ji bo nasname û hebûna me ya netewî ya Kurd bibe xwedî statuyeke destûrî, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û astengiyên li pêşiya azadîya xwerêxistinkirinê bêne rakirin, werin em seferber bibin.
Werin em bi hişmendiya dîrokî û berpirsiyariya neteweyî ji nû ve destpê bikin.
Ruhê Newrozê ferman dike ku em ji nû ve destpê bikin. Hafizeya Newrozê destnîşan dike ku li dijî zilm û neheqiyê berxwedan xurtir bibe. Felsefeya Newrozê ji me re dibêje ku em hêviyê û têkoşînê hîn bilindtir bikin.
Ruhê Newrozê ferman dike ku em ji nû ve destpê bikin. Hafizeya Newrozê li dijî zilm û neheqiyê xurt kirina berxwedanê ji me re destnîşan dike. Felsefeya Newrozê ji me re dibêje ku em hêviyê û têkoşînê hîn bilindtir bikin.
ÃŽro Newroz e.
Ji bo ku em ji nû ve dest pê bikin, hêvî û berxwedana azadî û serxwebûnê hîn bilindtir bikin, stranên serketinê hîn xurtir bistrên; tam wexta wê ye.
Werin em îsal agirê Newrozê hê zêdetir geş bikin.
Em dikarin Newroza 2025an bikin destpêka azadiyê.
Newroz li miletê Kurd û gelê Kurdistanê pîroz be.
20ê Adara 2025ê
Partîya Maf û Azadîyan (HAKPAR)
Partîya Demokrat a Kurdistanê- Bakur (PDK-Bakur)
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


