Gundekî Kobaniyê hat bombebarankirin: Gelek birîndar hene

Di bombebarana artêşa Tirkiyeyê de li gundê Emşe Iwênayê yê Kobaniyê herî kêm 8 kes birîndar bûn.

Droneke Tirkiyeyê îro gundê Emşe Iwênayê yê ya Kobaniyê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya ANHAyê, di bombebaramê de 8 kes birîndar bûne.

Hat ragihandin ku rakirina Nexweşxaneya Kobaniyê.

Her wiha di nav birîndaran de 6 zarok hene ku yek jê 3 salî ye.

Navê kesê ku di bombebaranê de birîndar bûne wiha ye:

Îbrahîm Mihemed Hebeş (13), Rodî Mihemed Hebeş (12), Muslim Yasir Hebeş (13), Mihemed Yasir Hebeş (15), Eyşe Cemal Îsmaîl (28), Huda Salih Hemo (20), Îbrahîm Salih Hemo (15), Ebdullah Îsamîl Hemo (3).

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *