Gotinên Pêşîyan ên kurdî (11)

Siddik BOZARSLAN

Gotinên Pêşîyan ên kurdî (11) 

B : 1314 heb (1-202)            

Ba, berî li ku we; kelekvan jî li du we.

Ba bê, zebeşan bidêr; ba nayê, guh bidêr.

Ba, bi kevir nake.

Ba çawa tê, bêderê wiha bide bayê.

Ba, çawa tê bênderê, welê bide bayê.

Ba dîwarê derva  dixe.

Ba hat, bi ber ketim; av hat, bi ser ketim, ez çûm û ji dinyayê derketim.

Ba hat, bereket lê hat û bi ser ket.

Ba hat, bi ber ket; lê hat, bi ser ket.

Ba heye, baran li pê ye; ba heye, bahoz li pê ye.

Ba ji te, bager ji te.

Ba jî jê ye, baran jî jê ye.

Ba ji tehtê çi dibe.

Ba ji ku da were, bênder wê da li ba dibe.

Ba, ji zinar tiştekî nabe.

Ba, ji zinar û teht çi dibe.

Ba kur e, lîstika zarûkan li ber dîwaran dibire.

Ba lêket, kûçik bi pey ket.

Ba li bêndera te hat, li ba ke.

Ba li vî alî dide, di wî alî ra derbas dibe.

Ba neyê, pel nalive.

Ba vî alî dixe, wî alî ra derbaz dike.

Ba, nalebite; belg, naleyîze.

Ba pêket, kûçik pey ket.

Ba, sîtila dagirtî gêr nake.

Ba  were, bi ber dikevin; av were, bi ser dikevin.

Baqil, di me nagerin (me nabînin); dîn, ji me nagerin (dev ji me bernadin).                                                                                                                       Baqil, karê xwe bi dîna dikin.

Baqilan li paş negire, kêmaqilan nede pêş.

Baqilan, ne bes e; ya giring ew e, aqil di cî da bêt bikaranîn.

Baqilan ra qiseyek, ji dînan ra nixseyek.

Baqilbûna pir, bela ye.

Baçelmok bi şev digerin.

Bajarê însanan, serî ye.

Bajarî li erdê narî.(destava xwe nake)

Balcan, goştê xizanan e.

Balgîya pêşîn, zêde ye.

Banek e, bangurdanek e.

Ban qul e, bin ban şil e.

Ban û banger bûne yek.

Bang kin xiraban, bila bên bikin  deraban.

Banga wî bi gayekî; şora wî, pereyekî.

Bangê xwe bi ga(ye)kî, şora xwe bi pere(ye)kî.

Bangerê serê xanî, ser singa pîrê danîn;  pîrê heft heb anîn.

Bax, bê dar nabe.

Baxê bêgul, kirasê bêmil.

Baxê bêgul, kirasê bêmil, gayê bêcil.

Baxçe xweş e, kulîlk tê da.

Baxçê gulan, para bêaqilan.

Banê me yek ban e, alîk deşt e, yek zozan e.

Banê xanî, bi kevirekî tenê bilind nabe.

Bar bikeve, ji xwedîya pê ve kes tine ye.

Bar ket, ji xwedî pê ve kes tune.

Bar xwar bû, gerek heval hebe rast bike.

Bar, ji xwe bar e; serbar jî barê ser bêr e.

Bar, ê keran e; bez, a hespan e.

Bar, merivan nakuje; serbar, merivan dikuje.

Bar min naêşîne, serbar diêşîne.

Bar min naêşîne, binbar min diêşîne.

Bar, mirov naêşîne; binbar, mirov diêşîne.

Bar, mirov naêşîne; serbar, mirov diêşîne.

Bar naçe ber kerî, ker diçe ber barî.

Bar, nanale; serbar, dinale.

Baran barî, qelîşk hatin hev.

Baran dibare, erd pesnê xwe dide.

Baran dibare, xwedîyê zevîyê ra kar e.

Baran disekine, ga bi cil dike.

Baran ji ewrên reş tê; kar, ji dilê xweş tê.

Baran, ji ewrê reş tê; ken, ji dilê geş tê.

Baran ji ewrê reş tê, kêf ji dilê xweş tê.

Baran, ji ewrên mirovê tima nabare.

Baran, ji hemî ewran nayê.

Baran, jibo guran şayî ye.

Baran, ji rengê ewran da xuyaye.

Baran ku barî, çûr (dawî) li qelişka anî.

Baran, li cîyê avî dibare.

Baran li ku tê, konê xwe li wir vedigire.

Baran, li ser behrê tê.

Baran nebare, lêyî tune.

Baran û berfê lêkir, zozanan xwe li kêş kir.

Baran tê, erd pesnê xwe dide.

Baran tê, şilî û şepelî jî pê ra tê.

Barana havînê, şil kir binê kadînê.

Barana havînê, şil kir bin kulînê (dîwanê).

Barana nîsanê, çêtir e ji bangera zêrê ser meydanê.

Barana nîsanê, çilk bi kîsan e, dew li berderîyê hemî kesan e.

Bazara zivistanê, dirizîne adanê.

Barana zivistanê, mîna ava pizdanê.

Baranê çi bike ji kevir; şîretê çi bike ji dînê bi gir.

Baranê erd şil kir, zîpikê erd qul kir.

Baranê guşeguş e, dengê baranê ji dûr ve xweş e.

Baranê îniyê lêkir, şemîyê vekir; çi ecêb, dinya xirab nekir.

Baranek li nokan ra hindik e, du baran gelek in.

Bareş, bayê baranê ye.

Barîna baranê, ji tavê xuya ye.

Barek dirav (pere) yan barek derew.

Barek gû di zik da bi cîh dibe, gotinek tê da bi cîh nabe.

Barek pirtûk li pişta kerê bikî, ker dimîne ker.

Barê (huner) alavan (amûr, hacet), kes nikare rast bike.

Barê biaqila, pişta kêmaqila.

Barê biaqilan, li pişta bêaqilan e.

Barê bêaqilan giran e.

Barê darê, fêkîyê wê bi xwe ye.

Barê ehmeqîyê, dest û ling dikişînin.

Barê ga ranabe, kevir ji cî ranabe.

Barê ga xwar nebe; kevir ji cîyê xwe naleqe.

Barê giran, li ser milê mêrê çê ye.

Barê giran, li ser pişta keran e.

Barê giran, nede ser pişta xwe.

Barê giran, para / behra keran.

Barê haceta (aletan) kes nikare rast bike.

Barê heqîyê xwar nabe.

Barê hêştirê li kerê nayê barkirin.

Barê ji xwe giran raneke.

Barê ji xwe girantir raneke; tu ê piştxwar bibî.

Barê qantirê, li kerê meke.

Barê kayê, li xwe kir barê xwê.

Barê keran tifing be jî, dîsa wê gur wan bixwin.

Barê kerê çiqas giran be, guhê wê dilipitin.

Barê kerê giran e; bûhayê kerê erzan e.

Barê kerê, li ser pişta devêyê ye.

Barê ketî,  kesek ranake xeynî xwedîyê wî.

Barê ketî, li erdê namîne.

Barê ketî, yê xwedî ye.

Barê ketîyan, kes bilind ranake.

Barê ketîyan, kes nikare rake, ji xwedîyan pêve.

Barê ku nikarî hilgirî, nekeve bin.

Barê ku pê nikarî, nekeve bin.

Barê namûsê, barekî giran e.

Barê nezanîyê, girantir e ji derdê xizanîyê.

Barê serê  bêaqil, ling dikişînin.

Barê tu nikarî rakî, nekeve bin.

Barê tu nikarî rahêjîyê, nekeve bin.

Barê xwar, nagihê war.

Barê xwaran, naçe waran.

Barê xwişkan li biran e, yê biran li çîyan e.

Barê zana, li pişta nezanan.

Barût ji kîsî zavê ye.

Baskê(ên) pisîkê hebûna, navê çivîkan nedima.

Baş, başîyê; xirab, xweşîyê dixwaze.

Baş be, lê ne belaş be.

Baş, birayê pîsan e.

Baş e mirov ser dilê yekê be; ne ku ser zimanê geleka be.

Baş û xerab, birayê hev in.

Baş ew e, dil diecibîne.

Baş, kar e; xirab, bar e.

Baş, li karê xwe ye; xirab, li karê xwe ye.

Baş, li me nagerin; lê pîs jî ji me nagerin.

Baş, li me venagerin; pîs jî, ji me danagerin.

Baş, xirab nabin.

Başî bixwaze, ku başî bê ber te.

Başî fedakarî ye.

Başî, hevalê roja xirab e.

Başî, kar e; xirabî, bar e.

Başî tê kirin; nayê kirîn.

Başî, têra xirabîyê nake.

Başî, tim baş e; nahle here li xirabîyê.

Başî û xirabî, her du jî di destê kesan da ne.

Başîya zêde, telesî (teresî) ye.

Baştirîyê, başî, kuştî ye.

Bav, av e; dê, xwîn e.

Bav bimire, çavek diçe; dê bimire, herdu çav diçin.

Bav bimire, zarûk har dibin; dê bimire, zarûk jar dibin.

Bav dixwaze, law jê çêtir be; xoce dixwaze, şagirt jê jîrtir be.

Bavmirî, xew didêt; şîvnexwarî, xew nayêt.

Bav, bikurtan e, law bixeftan e.

Bav dikare bîst zarûkan xwedî bike; lê bîst zarûk nikarin bavekî xwedî bikin.

Bav çawa ye, kur wisa ye.

Bav çi se ye, kur jî ew e.

Bav, dîwarê ku mirov dikare pişta xwe bidê ye.

Bav, Îsa ye; çi qas dirûne, dîsa ye.

Bav ji bajêr tê, law jê ra qise dike.

Bav ji êş tê, law pirsa bajêr jê dike.

Bav ku  pak bûya, ev zûrîyet bi dû nediket.

Bav ling hilanîyê, kur deh ling di şûnê (dews) da danîye.

Bav nayê dîtin, lê bira tê dîtin.

Bav, pişt e; dê, hemî tişt e.

Bav,  pîvaz; sîr, dê; bîna xweş ji kê tê.

Bav, stûna esmanê mirov e.

Bav, stûna malê ye.

Bav û dê, şirîn in li ser dilê mirov.

Bav, wisa ye, çi qas rûdine dîsa ye.

Bavanî tiştekî çê ye, zêyneta rû erdê ye.

Bavek, deh lawan xwedî dike; deh law nikarin bavekî xwedî bikin.

Bavê bêqîz, çîyayê bêav e.

Bavê bêqîz, wekî gundê bêrez.

Bavê hespê nêr tune.

Bavê hinekan ker e, hemî kes lê sîyar dibe; bavê hinekan jî deve ye, lingê kesekî nagihêjê.

Bavê mirov, pişta mirov e.

Bavê mirov tê, bi destê mirov digire û di nav astengîyan da dikêşe derve.

Bavê mêran, mêr e.

Bavê qîzan ezîz e.

Bavê qîzan, siltan e.

Bavê qîzan, weke rûnê hîzan.

Bavê qantirê ker e, çi qas bi hêz be û çi qas bi ker be.

Bavê pak, mezela wî li ber derîyê qîzê ye.

Bavê xalê xwe, dijminê malê xwe.

Bavê xirab, derdê mala ye; lawê xirab, derdê dila ye.

Bavê xwe bibîne, gunehê xwe bi xwe bîne.

Bavê xwe nedîtibûya, wê bigota; ”Ez kî me?”

Bavê wî xêr jê nedîtîye, ez ê bibînim.

Bavê xwe kuştin ku bi tirba wî sond bixwin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *