Gotinên bav û kalanên me tev hatine ceribandin û tev bi şîret in. Ku mirov li pey gotinên kalanên xwe here mirov tu car esl, ol û edetên xwe jibîr nake, wê ji beleyan jî dûr be û qet ji rêya xwe jî şaş nake.
Ev gotinên pêşiyan tev li herêma Gundê Qerto (Gund girêdayê Çêrmûga Diyarbekirê ye) hatiye berhevkirin. Amedekar: Paşa Amedî
- Aqil taca zêr e, li ser sere her kesî tune ye
- Ar û barût li cem hev nabe
- Ava sewûlê nû her tim sar e
- Berê gul bû, baran barî şil bû
- Berê xungê bi bira re, berê bira jî bi çiya re
- Berxa çê li ber dê belî ye
- Beza pisikê heta kadînê ye
- Bi karkirê xwe bi şîrînê hevalan
- Bi qisên xweş mal ji qula xwe dikşê
- Bi tifinga xelkê mêrani nabe
- Bi xweziya kesek ranehîştiye baxê keziya
- Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe
- Bizina kol elimiye dana
- Bûk anî bi lez û bez, sivika malê her tim ez
- Bûk li ser hespê ye, kesek pê nizane ku nasîbê kê ye
- Bûka salekî qeşmerê malekî
- Bûkekî têxin tunebûnê, Pîrekî têxin hebûnê
- Cîzê bûkê bi bûkê re ye
- Çav li deriya xwelî li seriya
- Çavê dê û bavan li ewladan, yê ewladan jî li çiyayê Qaf
- Çêlika mar bê axû nabe
- Çi dibe bi hevalan re
- Çi dike jin serê mêr bilind dike
- Çile ye, gur file ye
- Çûçik naçin mala temihan avê venaxwin
- Çûye seferê lê hîna kerê berê ye
- Danûgê bidin birçiyan, berfmotikê bidin tiyan
- Dawiya sebrê selamet e
- Dê û dotê pevçûnî, kêm aqilan bawer kir,
- Dengê defê ji dûr xweş tê
- Derdê qeraş, ew e ku av here aş
- Destê xwarinê dirêj e
- Di dema zaroktiyê de kurm dikeve çokê wan, ku zarok dibe ciwan kurm dikeve nava wan, ku mirov pîr dibe kurm dikeve zimanê wan
- Di mecbûrtiyê de ji yarê dêya xwe re dibêjin ‘bavo’
- Dinya bi dor e
- Divê jin jintiya xwe, mêr mêrtiya xwe zanî be
- Dîwarê rast nahilşê
- Diwaro ji te re dibêjim, bûkê ji te ve davêjim
- Du dawet du eydê li cem hev nabin
- Dûr be, nûr be
- Ev nîna ye hê têr nîna li para ye
- Êvar e jina gavan bi kar e
- Golik navê naxirekî xerab dike
- Haya zikê têr ji zikê birçî tune
- Heft jin qasê mêrek topal nabin
- Helem qulem neke
- Her giya li ser koka xwe şên dibe
- Her kes xazî ye, bi xwe raziye
- Heta bûk xemilî, berbî li der qefilî
- Heya dewê xelkê hat nan qediya
- Heya gotin gur û rovî, îşîn xwe bîrîn nîvî
- Heya ku dilê xwesî nekeve zavê, xwesî keça xwe nade zavê
- Hezar sal li dinê bî tu yê dîsa nîvanê qebrê bî
- Him ji kerê bû him ji perê bû
- Hindik rindik
- Hinek malan şên dikin hinek jî malan xerab dikin.
- Îşê xwe nehêle sibê
- Îşekî gavekî qesaweta salekî
- ji baranê reviya, çû ber zîpikê
- Ji nexweşan re çûye zeweşan
- Ji tifikê here pifikê
- Ji xelqê re masî ji xwe re kosî digre
- Jina xwe têr ke, diya xwe razîbike
- Jinê bi qisên şîrîn û jinê pir rind herdu felaket in
- Kalo nemre bihar tê, pîrê nemre pincar tê
- Kar micewhera canê mirov e
- Kar pir e lê em tune nin
- Karên qîza bazingê destê wan e
- Keça mêran bixwazin keça jinan nexwazin
- Keçên jinbiyan nexwazin keçên mêran bixwazin
- Ker û kurî li hev zûrî
- Kerê xurt ço bi xwe nake
- Kevirê havînê bavêje kulînê
- Kezeba herî dilşewat kezeba kerê ye
- Ku eceleyê gêle were, qenet pê ve tê
- Ku ga dimre kêr pir dibin
- Ku Xwedê bide wê mele çi bike
- Ku zarok negrî dê şîr nadyê
- Li bavoka yarê mêr bê jin dimînin
- Li derve xelkê diteqînin, li malê hevudu diteqînin
- Li ku êvar e ew jê re war e
- Li mala bavê nexş û tevnan çê dike, li mala mêr tevan ji bîr dike
- Mal tê, can nayê
- Mala pîrê stara pîrê
- Malê helal bê nîmet e
- Mange mir dew biriya
- Mêrikê du jina kûçikê ser rojingan
- Mirov bi pirsê dere qursê
- Mirovê ku bi nîşan dibe, êleka xwe darda dike
- Mîrovê xerîb kor e
- Ne deyndar be ne maldar be
- Ne dîn e, dînan baqil dike
- Ne ji mirovê xerab be, gur û mih bi hev re diçêre
- Niha ji xwesî re dibêjin: “Bûk çawa ye?” Berê jî ji bûkan re digotin: “Xwesî çawa ye?”
- Nimêja wext, padîşahê li ser text
- Nîsan bê serî, gulan bê pirnar naçe
- Nîsan e çilka baranê bi kêsane
- Pêlên mêran weka behr e
- Pênc deqe sebir bike pênc sala bijî
- Piranî mêranî betal dike
- Qerto zozan e, kesek pê nizane
- Qisan mekin kevir bi goh in
- Qise tê ser qisê
- Qîsexweşan ker dan guran
- Qiz radibe teşiya dê digre, law radibe misasê bavê digre
- Reş e bi xwediya xweş e
- Rêviyê geriyayî ji şêrê veketî çêtir e
- Serê ku nayşê dipêçe
- Serê salê binê salê, Xwedê kurikê bide vê malê
- Sewîrî dewirî
- Sewurî, dewurî
- Şîva gerokan tune
- Teyr ji refê xwe naqete
- Tirî li tirî yê reş mêze dike reş dibe
- Tu ji ku yî, ‘ez hîna nezewujime’
- Xuyê jinê ku pere tune be tê fehm kirin, yê mêr jî ku pere pir be tê fehm kirin.
- Xûyê pîrê heya serî
- Xûyê şîrê heya pîrê
- Xwedî kir bi nanê xwe, berda canê xwe
- Xwedyê mangê çu mala xwediyê keran got: “Ka dew”
- Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piştê ap û birazî
- Yê dawiya koçê bimîne nagîhîje koçê
- Yê dewlemend ku tiştekî dikirê jê re: “Serxêrê be” ku yekî feqîr tiştekî dikire jê re dibêjin: “Te ji ku hanî?”
- Yê ku ji êşiyê here wê bi reşiyê keve, yê ku ji reşiyê here wê bi xweşiyê keve.
- Yê ku meyweyan dipejrîne tav e
- Yên ku derdên wan tunebin bila herin du jina bikin
- Zar di gûyê zer de, bûk di fûta zer de terbiye dibe
- Ziman leqo serî teqo
- Zimanê xwe bibire cihê xwe bikire
- Zivistanê bê orxan, havînê bê dew nabe
Amedekar: Paşa Amedî