Giyasettîn Sayan: Hilbijartinên Almanyayê yên ve carê gelekî girîng in -Video

Siyasetmedarê ji Mûşa Bakurê Kurdistanê Giyasettîn Sayan ku bi salan e li Almanyayê di nav siyasetê de ye got, “Hilbijartinên Almanyayê yên ve carê gelekî girîng in”

Giyasettîn Sayanê 75 salî sala 1982an di nav çepên Almanyayê de dest bi siysetê kiriye.

Sayan ji sala 1995an heta 2012an li ser lîsteya Partiya Çep parlamenterê herêma Berlînê bûye.

Siyasetmedarê Kurd Giyasettîn Sayan ji Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re behsa  xwe û ezmûna xwe ya di nav siyaseta Almanyayê de kir.

“Malbata min hatiye sirgûnkirin”

Giyasettîn Sayan got, “Ez ji malbateke siyasî me. Malbata min li Mûşê salên 1926 û 1927an di şerê Partiya Azadiyê de cih girt ji ber wê yekê hat sirgûnkirin.

Malbata min 5 salan li Îzmîrê di sirgûnê de ma”

Giyasettîn Sayan di 21 saliya xwe de diçe Berlînê û êdî neziviriyê welêt.

Piştî 24 salên mayîna li Berlînê sala 1984an destûrnameya siyasetnasiyê werdigire.

Ji 1985 heya 1998 karê berpirsiyariya civakî li bajarê Spendauyê kiriye.

Paşê bû yekem parlamenterê ku xwe wekî Kurd nas dike û ji bo doza Kurdan têkoşiyaye li Almanyayê.

Di dema xwe de bû pireke pêwendî û lobiyê ji bo Kurdan li Almanyayê.

“Min gelek li ser siyaseta Ewropayê kar kiriye”

Giyasettîn Sayan her wiha got, “Min gelek li ser siyaseta Ewropayê kar kiriye.

Ez hêvî dikim ku Kurd bi Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, NATO û hemû komên navneteweyî re pêwendiyan çêkin û cihê xwe bigirin.”

Hevjîna wî Andreayê jî got, “Ez bawer im beriya 21 salan me hev nas kir. Wê demê li parlamentoyê gelek çalak bû.”

“Ev hilbijartin gelekî girîng e”

Siyasetmedarê xwedî ezmûn amaje bi wê yekê kir ku ev hilbijartinên Almanyayê gelekî girîng in û got:

“Ev hilbijartin gelekî girîng e û dê di jiyana Almanyayê de roleke mezin bilîze.

Ez hêvî dikim ku piştî hilbijartinan partiyên demokratîk ên wekî CDU, Keskan, Sosyal Demokrat û Çepan bi partiyên nijadperest re koalîsyonê çênekin.”

Dema mirov bi Giyasettîn Sayan re diaxive, baş fêm dike ku siyaseta welatekî wekî Almanyayê dikare çi bandorê li herêmeke wekî Herêma Kurdistanê bike ku bi hezaran kîlometreyan jê dûr e.

Sayan di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Ji bo diyaspora Kurd pêwîst e. Kurdên diyasporayê li diyasporayê dimînin, zarokên wan çêdibin û li diyasporayê dimînin.

Zarokên zarokên wan jî çêdibin û di du nifşên din de eger tu li wan xwedî dernekevî ew dê têkel bibin û bibin Alman.

Ew dê bibêjin kalên me Kurd bû’ û pêwendiya wan bi Kurd û Kurdistanê re namîne.

Ji ber vê pêwîst e em wan bixin kar û rêxistineke mezin ava bikin, dezgeheke kêmneteweyan ava bikin, komeleyên xwe, weqfên xwe, arşîva xwe û dibistanên zarokên xwe ava bikin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *