Girîngiya Rêkeftina 11ê Adarê çi ye, xalên rêkeftinê çi dibêjin?

Rêkeftina 11ê Adarê yek ji bûyerên herî girîng ên dîroka nêzîk a Kurdistanê ye.

Rêkeftin, 11ê Adara 1970yî navbera hikûmeta wê demê ya Îraqê û rêberê Şoreşa Îlonê ya Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin

Li gorî wê rêkeftinê, Hikûmeta Îraqê bi awayê fermî hinek ji mafên gelê Kurdistanê qebûl kirin.

Herwiha biryar hat dayîn ku heta sala 1977an hejmartina nifûsê were kirin û bi şertê ku Kurd beşdarî Hikûmeta Îraqê bibin li Başûrê Kurdistanê otonomî bê ragihandin.

Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir ku Başûrê Kurdistanê bêyî Kerkûkê bibe herêmeke otonom.

Hikûmeta Îraqê piştî vê yekê sala 1974an bi serê xwe biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetandin.

Hikûmeta Îraqê piştî vê jî plan û komployên xwe yên li dijî gelê Kurd nesekinandin û sala 1975an bi Îranê re Peymana Cezayirê îmze kir.

Li gorî wê peymanê bi şertê ku Tehran piştgiriyê nede şoreşa Kurdan, Bexda razî bû ku careke din sînorê navbera Îraq û Îranê bê diyarkirin.

Bi vî awayî jî Rêkeftina 11ê Adarê bi dawî hat.

Xalên Rêkeftina 11ê Adarê

1- Kurdî dê li cihên ku hejmara Kurdan zêde ye, li gel Erebî bibe zimanê fermî. Dê li van herêman zimanê perwerdeyê Kurdî be û dê Kurdî li tevahiya Îraqê wekî zimanê duyem were dayîn.

2 – Kurd, karên kabîne û artêşê jî di nav de dê bi awayekî tam beşdarî hikûmetê bibin.

3- Dê perwerdeya bi Kurdî û çanda Kurdan werin bihêzkirin.

4- Li herêmên ku hejmara Kurdan zêde ye dê hemû karmend Kurd bin, qet nebe dê bi Kurdî biaxivin.

5- Kurd dê ji bo avakirina saziyên xwendekaran, saziyên jinan, saziyên ciwanan û saziyên mamosteyan azad bin.

6 – Ji bo bipêşketina Kurdistanê dê budce were veqetandin.

7 – Mehanê dê alîkarî bi malbatên şehîdan, hejaran, bêkaran û kesên ku xaniyên wan nînin re were kirin.

8 – Kurd û Ereb dê li cihên xwe yên berê vegerin.

9 – Dê reforma çandiniyê were kirin.

10 – Makezagon dê bi awayê “Îraq ji du nijadan pêk tê ku ew jî Kurd û Ereb in” were guhertin.

11 – Dê stasyonên ragihandinê û çekên giran li hikûmetê bên vegerandin.

12- Yek ji alîkarên serok dê Kurd be.

13- Qanûna Parêzgariyan dê li gorî vê beyanatê were guhertin.

14- Budceya cihên ku hejmara Kurdan zêde ye dê bi awayekî xweser were sererastkirin.

15 – Gelê Kurd dê li gorî rêjeya xwe ya nifûsê beşdarî pêvajoya qanûndanînê bibe.

Ev rêkeftin bi van xalên xwe bû peymaneke girîng a Başûrê Kurdistanê lê Îraqê bi vekişîna ji rêkeftinê re rê li ber gelek bûyerên tarjîk vekir.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *