Gava Êzdiyek çûbe anjî biçe bi dergeh û nîşanên Lalişa Nûranî sond xwaribe/bixwo pêve, divê haj ji çi hebe

Min ev pirsa ji rêzdar Pîr Xelat Elias, yê ku li parizgeha Lalişê de micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarekî Êzdîtîyê ye kir û ew jî dibêje, „ spas ji bo vê pirsê birêz nivîskarê hêja mamosta Kemal Tolan !

Ilmê Êzdiyatiyê, edebê dînî, qewil, beyt û qesîdên Êzdiyatiyê hemû belge , serekanî ne û ew şîrovê didine her pirsê û tiştî. Li ser vê pirsa te kiriye jî, di wan de hatiye diyarkirin û di „Qewlê Şirû ra „ yê mêjûyî/tarîxa ye de keremkiriye hatiye gotin û dibêje;

 

Ez di xwandim Şirûrekê,

min heft bajêr dîtin li sûrekê,

sêzdeh alim dixwandin Mişûrekê .

 

Ez xwandim zikrekê,

min heft dûr dîtin bi bukrekê,

heft meleke nijar dikin sûkrekê.

 

Ez xwandim cehwerekê,

min heft xas dîtin wê dixwînin mehderekê,

heft meleke safî dikin bêderekê“

 

Îro roj di baweriya Êzdiyatiyê da , me heft melekêt li ezmana û hef sirêt xasa, yên serekî hene. Ew jî hertiştî bi navên xwe yên cûda cûda safîdikin. Diyardikin her tişt bê Xwedê na be û Xwedê serê sera ye.

 

Dîsa di sebeqeyên vî „Qewlê Şirûra „ de keremkiriye û gotiye;

 

„Teskerek hatiye ji dîwana Xwedayê mezina,

bo Êzidiyan û momina,

belê wahde wê hatî Siltan Êzî,

xwedanê sedq û batina ,

bawere wê efûbike , hindekan ji guhna“

 

Di baweriya Êzdiyatiyê de , ew kesanê xwedanê sebir û bawerî ku , naxê xwe de , nefsa xwe de, di riha xwe de bizanibe, heke wî pêngaveke xelet jî kiribe, yanjî guhnebariyek bi destên wî çêbibe , yanjî ew bi nefsa xwe ji xwe ne razî be, ew bê biçe Lalişa Nûranî, biçe ber xasekî, cîhekî pîroz yê Êzdiyatiyê , yanjî sibehekê rabe bi pêş nûra Xwedê ve bisekin e û banke nûra Şêşims, nûra Xwedê tiala, Tawisî Melekê nav şêrîn, siltan Êzî, siltan Şêx Adî û fereceke xêrê jê bixwaze, li ser rihê xwe sond bixwo, qebûlbike ku, ew riheke Êzdiyê xwedanê bîr û bawera  , ew tiştekî bi serî hatî, pêngava xelet dûbare neke, Xwedê bextedere wî afbike.

 

Meriv bizanibe, di Êzdiyatiyê de  sê tişt nayêne afûkirin;

 

Tarîqe, Şerîat û dirba Xerqe.

 

Afbûna van her her sê tişta di Êzdiyatiyê de tine. Êzdî miletê heqîqetê, miletê rastiyê û miletê rêya Xwedê ne. Lewma jî qewil dibêje,;

 

Wextê tû hatî vê dinyê da

Rastiyê bêje ji Xwedê ra

Taliya rastiyê her wê têda“

 

Kesanê li pey rêya Xwedê biçe, xwe li Xwedê bigre , rastgo be  û rast sondbixwo, ewê bigihêje mirazê xwe û î serfiraze. Di Êzdiyatiyê de bergehê başiyê ti cara naçe û însanê baş hebîbê Xwedê ye . Lewma di „qewlê Miştaqê sê Borim“ de keremkiriye û dibêje,

 

Hincî ciwanê rêye

Hemû emelê wî çêye

Ew dayîm hebîbê Xwedê ye „

 

Însan divê , her û her Xwedê ji bîr neke. Dû tişt gelekî ferin û divê ew her li bîra meriv bin;

Ya yekê Xwedê  û ya duyê mirin e.

 

Însanê hatiye ser dinê, divê Xwedê ji bîra wî neçe û bizanibê, ew ê her rojekê jî bimir e. Gava mir jî heq û hesabê di Êzdiyatiyê de heye wê bê pêşiya wî. Merivê dîsa muhtacê Xwedê tiala be. Lewma ew kesanê li xwe biziviret û sondekê bixwo , bikare başiyê bike, dergehê başiyê naçe , Xwedê xwedan rahme, wê wî kesî afbike.

 

Êzdiyatî geleke pîroz e, navek ji yê Xwedê bixwe xêre û Êzdiyatî hemû xêre, miletê nûranî , miletê îlahî ye, miletê xaliqiye, miletê Tawisî Meleke, miletê Xwedê ye, nûra Xwedê li erd û ezman tijeye. Qewlê Padşayî dibêje,

 

Padşê min nûra

Ew ji me ne dûra

Ew î alime li erd, ezman  û bahrê kûra“

 

Lewma tê gotin, ew kesa têye afkirin, yê xwedanê sedq û bawerî. Kesanê bîr û baweriyên wî mikûm bin, Xwedê nas be, dê Xwedê mezinê wî afbike û ji Xwedê dixwazim , Xwedê bike xêr, xweşî û marîfetê bide tevaya dinya yê , me hemuyan û miletê me jî têda bisitrîne, rêz û silav !“

 

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdiyatiyê 02.05.2023

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *