Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku Îraq rêzê li daxwaza gelê Sûriyeyê digire û wan pêwendî bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re daniye.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê li ser tevgera DAIŞê ya li ser sînorên Îraq û Sûriyeyê got, “Ev yek me dilgiran dike.”
Fuad Husên DAIŞ wekî “gefeke ewlehiyê ya metirsîdar” bi nav kir.
Li gorî gotina Husên pêşveçûnên li Sûriyeyê dê bandorê li herêmê bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqî li bajarê Tanceyê yê Mexribê ji medyaya wî welatî re axivî.
Birêvebirê Ragihandin û Têkiliyan ê Fermandariya Parastina Sînoran a Îraqê Emîd Heyder Kerxî îro ji Rûdawê re ragihand ku hêzên wan li ser sînorê Sûriyeyê belav bûne û tedbîrên tund girtine da ku pêşî li her dizî û gefan bigirin.
“90 kîlometre dîwarê beton hatiye lêkirin”
Emîd Heyder Kerxî diyar kir ku tevî danîna kamerayên çavdêriyê yên termal û têlbendkirinê û xendekan, pêvajoya danîna dîwarê betonî jî berdewam dike.
Li gorî gotina Emîd Heyder Kerxî bi dirêjahiya 90 kîlometreyan li ser sînorê Sûriyeyê û Şingalê heta Rebîayê qedandin.
Sînorê hevbeş yê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re 612 kîlometre ye.
Birêvebirê Ragihandin û Têkiliyan ê Fermandariya Parastina Sînoran a Îraqê got:
“Mesrefa avakirina van dîwarên betonî ji aliyê kargeha me ve tê dabînkirin ku me ew li Şingalê damezirandiye.
Nîvê wê rêjeyê ye kompanya û şîrket didin.”
Li gorî gotinên Emîd Kerxî, heta niha zêdetirî 260 kîlometre dîwarê betonî li ser sînorê Îraq – Sûriyeyê hatiye danîn û plana wan heye ku dirêjahiya wê bigihînin 400 kîlometreyan.
Emîd Heyder Kerxî tekez kir ku qedandina van 90 kîlometreyan bi tevahî bi hewl û keda karmendên wan bûye û dê plana wan a avakirina dîwarê betonî berdewam bike.
Rûdaw