Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Husên ragihand, ku şandeyek ji bo şopandina çarenivîsa kesên di komkujiya Helebceyê de winda bûne, şandine Tehranê. Herwiha tekez kir ku hewlên wan ji bo agahdarbûna ji çarenivîsa Êzidiyên revandî jî berdewam in.
Fuad Husên, ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê ye, îro 27ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê diyar kir, wan şandeyek şandiye Îranê ji bo lêgerîna li kesên ku di dema kîmyabarana Helebceyê de winda bûne. Husên da zanîn ku di vî warî de hemahengiya wan ligel berpirsên Tehranê heye.
Di dema kîmyabarana Helebceyê de, 211 zarokên Helebceyê winda bûbûn. Heta niha tenê 10 ji wan hatine dîtin û lêgerîn ji bo dîtina yên din ên ku heta niha çarenivîsa wan nediyar e, berdewam dike. Di sala 1988an de, di dema kîmyabarana Helebceyê ji aliyê rejîma Baasê ve, ji bilî şehîdbûna zêdetirî 5000 kesan, gelek zarok ji malbatên xwe qut bûn û çarenivîsa piraniya wan heta îro nehatiye zanîn.
Derbarê Êzidiyên winda de, Wezîrê Derve yê Iraqê amaje bi wê yekê kir, ew ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Iraqê û rêxistinên navneteweyî, di lêgerîna li çarenivîsa Êzidiyên winda de berdewam in, bi taybetî ew jinên Êzidî yên ku hatibûn revandin û biribûn Sûriyeyê.
Li gorî daneyên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ya Herêma Kurdistanê, rêxistina DAIŞê di Tebaxa 2014an de 6417 Kurdên Êzidî revandibûn. Heta niha ji vê hejmarê 3585 kes hatine rizgarkirin.
Di sala 2014an de, DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû. Di wê êrîşê de, ji bilî komkujiyeke mezin a li dijî Kurdên Êzidî, hejmareke zêde jin û zarok jî hatibûn revandin û weke kole hatibûn girtin. Kesên ku hatibûn kuştin jî, di gorên komî de hatibûn veşartin. Heta niha ji 62 gorên komî yên li Şingalê ku hatine vekirin, termên 600 kesan hatine derxistin, û ji van, termên 250 kesan piştî pişkinînên pêwîst û nasnamekirinê radestî malbatên wan hatine kirin. (K24)