Fuad Husên: Eger Tirkiye êriş bike ev dê bibe gaveke metirsîdar

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê got, “Eger Tirkiye êriş bike ev dê bibe gaveke metirsîdar.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Swîsreyê beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê bû.

 “Dê bibe gaveke metirsîdar”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û got:

“Eger Tirkiye êrişî wê derê bike ev dê bibe gaveke metirsîdar û dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê ya ber bi Îraqê ve jî.”

Fuad Husên da zanîn ku hêzên Amerîkayê dê di bin îdareya nû ya Donald Trump de li Îraqê bimînin.

Fuad Husên li ser mana hêzên Amerîkayê ya li Îraqê got, “Ez bawer dikim ku ew dê li wir bin.

Hemû Rojhilata Navîn li gorî serdema yekem a îdareya Trump cuda ye, niha em rûbirûyî zehmetiyên din bûne û ez hest dikim ku ew (Amerîkayî) dê li herêmê bimînin.”

Fuad Husên da zanîn ku pêwendiyên wan ên li gel Amerîkayê di çarçoveya peymaneke stratejîk a ewlehiyê de ne û ev pêwendî didomin.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê herî kêm 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev hêz di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) dê alîkariya hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmergeyan dikin.

Nakokiyên Amerîka û Îranê

Li gorî Wezîrê Karên Derve yê Îraqê, nakokiyên Amerîka û Îranê de bandoreke rasterast li ser rewşa Îraqê dikin.

Fuad Husên Îraqê amaje pê kir ku Îran amade ye li gel Amerîkayê guftûgoyan bike û diyar kir:

“Em ji ber van aloziyan dilgiran in û hêvîdar in ku her du alî rêyeke nû bidin ber xwe.

Lê min heta niha ji Washingtonê ti nîşane nedîtine ku ew amade bin li gel Îranê guftûgoyan bikin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *