Fûad Husên: Bi Tirkiyeyê re ti peymanek ji bo pêkanîna operasyonan nîne

 Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, ti peyman bi Tirkiyeyê re çênebûye ku destûrê bide wê êrîş û operasyoneke leşkerî li nava axa Iraqê bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevdîtinekê de ligel telefizyoneke Iraqî de, red kir ku Bexda û Enqereyê ti peymanek li ser ketina hêzên Tirkiyeyê bo nav Iraqê kiribin.

Fuad Husên got: “Tiştê ku heye, tenê yadaştnameyeke hevtêgihîştinê ye, ne peymanek e, ku vedigere destpêka salên heştê yê sedsala borî, di dema rêjîma Beis de.”

Aşkere kir jî: “Wezîrê Derve yê Iraqê yê wê serdemê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê reşnivîsa hevtêgihîştinekê îmze kirin. Li gorî wê, Dibe ku aliyê Tirkiyeyê bo heyama 72 demjimêran li ser axa Iraqê bi kûrahiya 5 K.M operasyonekê pêk bîne, bi şertê ku beriya operasyonê ji aliyê Iraqê agahdar bike.”

Herwiha got: “Tiştê ku hatiye kirin tenê ji bo salek bû, lewma ti peymanek di navbera Iraq û Tirkiyeyê de nîne. Lê tişta ku niha diqewime ew e, Tirkiye daxwaze rê li ber çalakiyên çekdarî yên PKKê, ku partiyeke Tirkiyeyê ye, li navçeyên sînorî bigire.

Artêşa Tirkiyeyê ji 18ê Nîsana 2022an ve li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest bi perasyona “Pence-Kilît” kiriye û di dema dawî de operasyonên xwe tundtir kirin.

Pêştir Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihandibû, di şerê li dijî PKKê de, hevahengiya Tirkiyeyê bi hikûmeta Iraqê re heye. Iraq ji bo wan girîng e û ew dixwazin ligel Bexdayê şerê PKKê bikin.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *