Li Fransayê ji bo partiya Le Pen nebe desthilat 200 namzed ji namzediyê vekişiyan

Partiya rastgir ya tundrew partiya Marine Le Pen ji hilbijartinê serkeftî derket û ji ber tundrewiya wê, piraniya xelkê naxwaze bibe desthilat. Ji bo ber li desthilata Le Penê bigrin, heya niha ji 200 namzedên parlementeriyê zêdetir namzed, ji namzediyê vekişiyan.

Ji hevkariya serokê Fransayê yê niha ji ya Macron 79 namzedên parlementeriyê û ji partiyên çepgir 128 namzedên parlementeriyê biryara vekişîna ji namzediyê dan.

Hilbijartina bê, di 7ê Tîrmehê de ye û ji bo piraniya meclisê bikeve destê çepgiran, divê 289 kursiyan bi dest bixin. Jimara temamê kursiyên meclisa Fransayê 577 in.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *