Feysel Yûsif: Di navbera me û PYDyê de ti pirsgirêk nemane

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif got, “Di navbera me û PYDyê de ti pirsgirêk nemane.”

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif bû mêvanê Rûdawê û li ser peymana PYD û ENKSyê û pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Feysel Yûsif li ser pirsa amadekariyên Kongreya Neteweyî û tevlîbûna wan got:

“ENKS ne tenê partîyek e ku ji 16 partî, Encûmena Ezidiyan, 22 rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên deverên Kurdî pêk tê.

Ji bo yekhelwestiya Kurdî projeyek e.

Nêrîna hevbeş a ku sala 2012an bi çavdêriya Serok Barzanî, ji aliyên partiyên Kurdî bi temamî û tevî encûmena li Rojavayê ya PYDyê ve hat îmzekirin.

Ew nêrîna hevbaş a Kurdî ENKSyê di bernameya xwe de daye xuyakirin ku yekhelwestiya Kurdan divê hebe.

Ji sala 2012an heta 2020an ew nêrîna Kurdî ya hevbeş bi qasî ku hebû ENKSyê dixwest Kurd yekhelwest bin.

Dema vê dawiyê dîsa bi serpereştiya Serok Barzanî yekrêziya Kurdan hat gotûbêjkirin her wekî yên berê ye.

Me gotiye ku ti pirsgirêkên me bi partiyên din ên Kurdî re nînin. Dema ku em û PYDyê karibin li hev bikin, nakokiyan hilînin bi partiyên din re ti nakokiyên me nînin.

Piştî civîna 18ê mehê ya me û PYDyê me li ser hinek tiştan li hev kir. Me wekî ENKSyê ew civîn erênî dît.

Me naverok ji pêkhateyên ENKSyê re jî ragihand. Em li hêviya PYDyê man ku partiyên bi wan re bibînin.

Em niha jî li benda wan in ku partiyên Kurdî bi temamî li ser li hev bikin.”

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif her wiha da zanîn:

“Piştî peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer, me li ser nêrîna xwe ya di navbera me û PYDyê de li hev kir.

ENKSyê bi temamî erê kir û aliyê PYDyê jî got, em dê li hevalên xwe vegerin.

Li ser Kongreya Neteweyî, ENKS bi xwe wekî kongreyeke neteweyî ya Kurdî ye.

Em ne li dijî wê ne ku Kurd bi temamî bibin şirîk û ti pirsgirêk li cem me nînin.”

“Me li hev kir”

Yûsif li ser nakokiyên xwe û PYDyê anî ziman:

“Me li hev kir, ti pirsgirêk di navbera me û wan (PYD) de neman.

Heger tiştek lê zêde bibe û were têrkirin me gotiye, em dikarin biaxivin ku civîn bi çavdêriya Mezlûm Ebdî û Amerîkayê hat kirin.”

Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl jî ji Rûdawê ragihandibû ku peymana wan du xalan li xwe digire ya yekem derbarê helwesta Kurdan a hemberî paşeroja Sûriyeyê ye, ya duyem jî derbarê çawaniya bidestxistina mafên Kurdan a li Sûriyeyê ye.

Mihemed Îsmaîl tekez kir ku xalên peymanê ne derbarê kesekî, partiyek an herêmeke taybet in lê ew dixwazin mafên Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê biparêzin.

Îsmaîl tekez kiribû ku şandeya hevpar a Kurdan dê balê bikişîne ser nenavendîtiyê wekî daxwazeke sereke ya Kurdan li Sûriyeyê.

ENKS û PYDyê 18ê Adarê li bajarê Hisîçayê bi amadebûna Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û nûnerên Amerîkî civiyan.

Çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn diyar kir ku civîn “gelekî baş” derbas bûye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *