Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê tê lidarxistin

Li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê îro festîvalek tê lidarxistin ku 10emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Xala herî balkêş ew e ku dê 37 kesayetên çandî yên şêniyên diyasporayê beşdarî festîvalê bibin.

Malva Elî yek ji organîzatorên festîvalê ye. Li studyoyê bû mêvana bernameya Diyasporayê û behsa festîvalê kir.

Malva Eliyê anî ser zimên ku festîval bi navê Festîvala 10emîn a Çandî û Hunerî ya Rojavayê Kurdistanê ye û roja şemiyê li bajarê Wuppertalê tê lidarxistin û gelek hunermend, rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê dê beşdarî wê bibin.

Malva Eliyê got jî “Festîval kopiya heman festîvalê ye ku berî çend rojan li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin û 10 rojan dom kir lê festîvala vê derê dê rojeke tenê bidome.”

Malvayê her wisa got, “Festîval saet 10ê sibehê dest pê kir û heta saet 6ê êvarê berdewam bike. Her kes dikare amade bibe û têketin belaÅŸ e.”

Malva Eliyê derbarê naveroka festîvalê de got, “18 helbestvan beÅŸdar dibin û û ew helbestên xwe pêşkêş dikin, her wisa çend nivîskar beÅŸdar in û pirtûkên xwe yên herî nû didin nasîn, ji bilî vê jî çend çîroknivîs çîrokên xweÅŸ vediêjin, her wisa çend hunermend jî beÅŸdar dibin û stranan dibêjin.”

Malva Elî got jî “Di dawiya festîvalê de dê ÅŸano bên nîşandan lê bi rengekî nû û cuda.”

Malvayê diyar kir ku yek ji armancên festîvalê nêzîkkirin û berhevkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li derve ye û eşkere jî kir ku wan navnîşana cihê festîvalê li ser torên xwe yên civakî belav kiriye.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *