Fermangeha Peywendiyên Derve pêşwaziya biryara Seroka Şaredariya Parîsê bo rêzgirtina li Pêşmergeyan dike

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya biryara Seroka Şaredariya Parîsê dike, ji bo rêzgirtina li qurbanîdanên Pêşmergeyan û binavkirina cihekî li Parîsê bi navê Pêşmerge.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 08.04.2025) parve kiriye, “Piştî nameyeke taybet a Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji bo Xanim Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo, ku tê de behsa xebat û qurbanîdanên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê û parastina ewlehî û seqamgirî û pêkvejiyanê kiribû, herwesa ji bo xurtkirina peywendiyên çandî û kûrkirina lihevkirinên navbera Hewlêr û Parîsê wek du bajarên destexûşk, daxwaz ji Şaredariya Parîsê ir ku li ser binavkirina cade yan meydan an jî çarriyanekê bi navê Pêşmerge li Parîsê bike.”

Sefîn Dizeyî di wê nameyê de herwesa gotiye, “Ev amaje ne tenê rêzê li bîranîna wan digire yên ku azayane şer kiriye, belkî bîranîna ji bo bizavên bikom ji bo berhingarbûna terorê û pêşvebirina aştiyê jî.”

Navbirî her di wê nameya xwe de amaje daye piştgiriya berdewam a Xanim Danielle Mitterran li salên 1980an û 1990an ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê, lewma wekî rêzgirtinek li vê piştevaniyê çarriyanek û pireke bilind li Hewlêrê bi navê wê xanimê hatine binavkirin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ron jî kiriye, “Cihê dilxweşiyê ye ku di nav ahenga Newrozê ya îsal de, ku Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dar xistibû, Xanim Anne Hidalgo piştevaniya xwe û Şaredariya Parîsê ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û bi awayekî fermî ragehand ku, Civata Şaredariya Parîsê bi koma dengan cihek li nav parka Andre Citroenê ya Parîsê ji bo Pêşmergeyan terxan kiriye û li paşerojeke nêzîk merasîmekê ji bo vekirina wê li dar dixe û berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê jî ji bo wê merasîmê tên vexwandin.”

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê pêngavê wekî destkeftiyeke giring dibîne, ku welatekî bihêz ê wekî Fransayê rêzê li xebat û qurbanîdana Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê digire.

Sefîn Dizeyî spasiya Seroka Şaredariya Parîsê Xanim Anne Hidalgo û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî kir, ku gelek civîn bi aliyên peywendîdar re ji bo destnîşankirina cihekî li Şaredariya Parîsê kirin. Herwesa got, “Nabe rolê Serokê Şaredariya Devera Parîsê ya 15ê Philippe Gueguin bê jibîrkirin, ku gelek bizav ji bo dabînkirina cihekî li nav parka Andre Citroenê ya navdar û dengdana bi wê pirojeyê kir.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *