Piştî ku Komîteya Ragihandinê ya Destûrê ya Sûriyeyê, destûra demkî eşkere kir û ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hat îmzekirin, Fermandarê Leşkerî yê Durziyan ji Rûdawê re ragihand, “Em Serokkomar û Destûrê nas nakin.”
Fermandarê Leşkerî yê Durziyan ê Sûriyeyê Beha Cemal bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Fermandarê Leşkerî yê Durziyan ê Sûriyeyê Beha Cemal got:
“Daxwaza me daxwaza hemû Sûriyeyiyên birûmet û azadîxwaz e.
Em daxwaza welatekî sekuler dikin. Welatekî mirovî ku rêzê li mirovan bigire, bêyî ku cudahiyê di navbera dîn û neteweyan de bike.”
Beha Cemal tekez kir ku Durzî li dijî dabeşbûna Sûriyeyê ne û anî ziman:
“Tiştê ku di rewşa rastî de heye, sîstemeke tekfîrî ya selefî ya olî û nijadî ye û sîstemek nîne ku mirovahî tê de xuya bike.”
Fermandarê Leşkerî yê Durziyan ê Sûriyeyê Beha Cemal li ser Destûra demkî ya Sûriyeyê ku dê di 5 salên qonaxa veguhastinê de li şûna destûrê kar pê bê kirin got:
“Dema ku em dibêjin Serokkomar, divê hilbijartinên rewa li seranserî komarê werin kirin.
Em Serokkomar nas nakin. Em dê piştî hilbijartineke pak û zelal nas dikin. Em kesekî terorîst nas nakin.”
Beha Cemal destnîşan kir ku heta niha ti peyman di navbera Durziyan û hikûmeta Şamê de nehatine îmzekirin û da zanîn:
“Her peymaneke ku were kirin, divê ji aliyê Seroka Rûhanî yê Durziyan Birêz Ebû Selman (Hîkmet Hecerî) ve were qebûlkirin.”
Beha Cemal li ser metirsiya êrişa Hikûmeta Sûriyeyê ya li ser herêmên wan anî ziman:
“Em li vir, spas ji Xweda re, ji aliyê leşkerî ve amade ne, bi hezaran leşkerên me hene.
Çek û pêdiviyên me hene. Eger êrişeke leşkerî li herêma Cebel an parêzgehê were kirin, mafê me heye ku em bersivê bidin lê em dê dest pê nekin.”
Cemal bersiva pirsa Dilbixwîn Dara ya li ser pêwendiyên Durziyan ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re da û ragihand:
“Em wekî komeke çekdar, ti hevahengiyên me bi wan re nînin.
Lê ew yek ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê ne.”
Cemal piştgiriya xwe ji bo peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer nîşan da lê diyar kir ku ew nizane madeyên wê çawa in û got:
“Birayên Kurd xwedî daxwazên rewa ne û em piştgiriya wan dikin.” (Rûdaw)