Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî derbarê şer di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê de got, “Em dê xelk û herêma xwe biparêzin, bila gelê me hestiyar be.”
Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û hevpeymanên wê piştî şerê wan ê bi hikûmeta Şamê re li Helebê 5 tax kontrol kirin.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa daxuyanî da.
Ferhad Şamî diyar kir ku ew dê xelk û herêma xwe biparêzin û got:
“Bê guman geşedanên li bakurrojavayê Sûriyeyê hesas in û rasterast me eleqedar dikin.
Ew wan dişopînin û çi dibe bila bibe em em dê xelk û herêma xwe biparêzin.
Bila gelê me jî hestiyar be û xwe li gorî rewşa heyî rêxistin bikin.”
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên ku 3 roj in bi hêzên hikûmeta re şer dikin û ji aliyê rojavayê ve ber bi navenda Helebê ve diçin, li xeta taxên Hemdaniye, Heleba Nû û Zehraya yên li derveyî bajêr parastina hêzên hikûmetê şikandin.
Hêzên Hikumeta Şamê ragihand ku wan çend xalên ku di saetên dawî de ketibûn destê çekdarên mixalefetê yên girêdayî Tirkiyeyê vegerandin.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê her wiha li rojhilatê başûrê Îdlibê navçeya Seraqibê ya ku lê rêyên M4 û M5ê digihêjin hev ji bakur û başûr ve dorpêç kirin.
Heleb duyemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye û piştî sala 2016an ev yekem êrişa mezin a bi vî rengî ya komên çekdar e.
Sala 2016an hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya, Îran û grûbên Şîe û Hizbulaha Libnanê, HTŞ û grûpên çekdar ên ku Tirkiye alîkariyê dide wan ji Helebê derxistin.