Cano AMEDÎ
Do, ji ber ku Milletê kurd ne bi rêxistinbû; li ser bernameyek netewî ne li hevkirîbû, di pêvajoya şerê yekem û duyem yên Cihanê de derfet û firsendên derket holê jê îstîfade nekirin; hewldanên pêk hatin jî bi ser neketin û di encamê de bêpar man…
Îro cardin dewletên desthilatdar bi formatek din heremê û cihanê dîzayn dikin. Milletê kurd cardin bi azmûnekî ve rûbirûye. Gelo alîyên Kurdî çiqas amadene ku vê azmûnê bi serfirazî derbas bikin?
Gelo wê li gel Bereya qezençkirinê cîh bigirin an cardin wê li gel dagirker û zalimên xwe rawestin? Bersîva vê pirsê, li gel hemû alîyên Kurdî ye û her ferdekî kurd mixatabê vê pirsê ye.
Serdema ku em têre derbas dibin, gelek hesas û girîng e. Derfet û îmkanên îro derketîye holê divê bi aqilekî kurdî, bi hişmendîyek hevbeş û netewî, bi hemleyên stratejik bên pêşwazî kirin. Divê aso û armancên me li ser bingeha berjewedîyên netewî û qezençkirinê be.
Paradîgma ku îro rojeva milletê Kurd dagir kirîye, bi tu awayekî ne li gorî berjewedîyên netewî ne. Di wê paradîgmayê de, ji bo milletê Kurd tiştekî nû tune ye. Ev paradigmaya hanê guncawkirina armancên siyaseta Îttîhad-Terakki bixwe ye.
Divê milletê Kurd li ser bingeha berjewedîyên netewî, li ser daxwazên statu û desthilatdariyê, bi zimanê diyaloga navxoyî, armancên xwe yên netewî û stratejik derxe pêş. Divê siyasetek netewî hilbijêre, bi tifaq û hevkarîyên milî tevbigere.
Îro siyaseta desthilatdar û ew paradigma ku bi tu awayî ne zelal e, naverok ne diyar e û ne li gor berjewedîyên netewî ye û bi nehênî û sirrên xwe rojevê tayin dike, dixwazin îradeya milletê kurd bixe bin îpotekek giran. Bêdengî û bêhelwestî, piştgirîya xirabîyê ye.
Şerê li heremê destpêkirîye, destpêka şerê dunyê yê sêyem e û bi şêweyê şerê wekaletî didome. Divê alîyên Kurdî ne bi berçavkên îdeolojîk û olî tevbigerin, pewîstî û pêdivî bi nêrîn û helwestên netewî heye.
Ji bo serkeftin û qezençkirinê, ji bo azadî û berjewedîyên milletê kurd divê hemû alîyên Kurdî bi sînerjîyek milî tevbigerin û problemên nav mala Kurd bi dawî binin.
Divê em bi şêweyek seferberî, di kolan û taxan de rojev û pêvajoya berjewedîyên millet Kurd bi raya giştî re parve bikin.
Dîyalog, hevkarî, tifaq û yekrêzîya nav mala kurdî, dikare rê li ber ba û bahozan, rê li ber aşît û lehîyan bigire. Dikare bi temsilkarîyek milî derî li xêrnexwazan bigire, rê li ber demsalên qezençkirinê veke…