EVA TENÊ JI TE

Xidir ÛSO

Pirtûka ji alî Alîşêr Avci di sala 2021 bi Tirkî hatibû weşandin, niha jî ji alî Xidir Ûso bi navê EVA TENÊ JI TE ku bi Kurmancî hatiye wergerandin, hat çapkirin û weşandin.

Pitûka EVA TENÊ JI TE, bi kurte jîyana Alîşêr Avci û ya Xidir Ûso dest pê dike.

Pirtûka EVA TENÊ JI TE, ji sê (3) beşan û bîst û heft (27) helbestan û heftê (70) rûpelî pêktê.

Helbestên Alîşêr, bi hestên kûr yê jîyana malbatek Kurd, rewşenbîr û welatperwer, bi daxwaz û hêvîyên pêşerojek rohnî, lê bi hestê jiyanek bi kêmanî û evînek şikestî hatiye nivîsandin.

Helbestvan, bi rêya helbestê kul û kederên bav û kalê xwe, dê û dapîrên xwe parve dike. Behsa janên bi kuştinan û herikandina xwîna bêgunehan tijî, janên di bîranînan de hatiye veşartin, janên di xeman de fetisandî dike!

Elîşêr, endamê malbatek rewşenbîr û welatperwer e. Xwedî giyanekî hunerê yê destê pênûs û firça wênekêşîyê ye.

Elîşêr hunermendekî pirralî ye: ne tenê helbestan dinivîse, çîrok û serpêhatîyên wî jî bi qwasî helbestên wî balkêş û hêjayî xwendinê ne.

Elîşêr mamosteyê wênekêşî û şêwekarîyê ye jî. Him li dibistanê ders dide zarokan û him jî li atolya xwe kar û xebata hunerî dimeşîne. Heta niha çar pêşangehê wî yên wêneyan pêkhatiye û beşdarî gelek pêşangehên hundir û dervî welat bûye.

Hozanê me, di helbesta xwe de rewşa welatê xwe û miletê xwe, bi îmaja janek domdar radixe ber çavan. Di helbesta xwe ya bi navê “Helbesta wî” van ristan dirêse:

“bêhnên nefrîamê lê vedide dema dertê der

Dema dertê der seranser rêyên bi herrî

Wêneyan dikêşe gava dibe yekî din

Gotinê zimanê derbentkirî

Helbest nanivîse ku bibe hozan…”

Di helbesta ya bi navê “Eva” de, qurmiçîna hestê evîna xwe, bi banga meşa azadiyê derdixe meydana tekoşîna xelkê xwe:

“li govendên diçe rojê bimîne

Meydan wê mezin bibe tu dizane

Wê meşînek bê destûr destpê bike

Wê azad bifirin teyrik li bijankên te”

Hozan demdeman dirêjî derbasbûna jîyana xwe dibe:

“kesayeta min dirêjî raborîyê dibe û dimîne

Ji komirê reştir şêt bûye nava min

Kenê te perê dilêmin î bêfirîn

Daliqandî dimîne”

Hozan evîna xwe, bi hestên tekoşîna armancê xwe yê serhildêr dide der!

“…li qadan qelebalixa zêde

Navê te yê qedexe tê xwendin ji zarokan re

…dengê te pêşkêşî yên napeyive dibe

Li avan dikeve … li binya sûran dicivîne

Meşîna te mîna çalakiyek karkeran

Ji qadên dûr tê li dilê min disekine…”

Kesên li kuçeyan doza mafê xwe dikin, mîna “Pisîka Xweliyê” sêwî, emirqutî û dibin nîrê zordariyêde rê dide!

“Hemî çalakvan li kuça paş

Her yek werdigere “Pisîka Xweliyê”

Dema copa li wan dide polîs

Yê nexîne tune ye fera sola xwe”

Dema hozan di helbesta xwe ya bi navê “Bişirîna Zingarî” de behsa dê û bavê xwe dike, hestek ûsa bi meriv re çêdike, mîna ku behsa hemû dayik bavê Kurd dike!

“ji dûr de dengê çekan dihat

Hengameya bajar di xewna wan de metirsî

Xeyda wê li esmeriya bavê min dima

…baranek şîrgermî dihîşt nerînên wê

…şevê, hinekî din kul diwezinand”

Di helbesta “Hênkaya Sibehê” de behsa xaniyê xwe yê ji şêwaza hezarsalan de mayî û behsa Xidir dike!

“ji xwê çêkirî malek hebû

Di tenekan de kulîlk, perdeyên bi toz

Li dîwaran mîx û sewaxa ji kilsê hebû

… malek ji bîhna ax û kayê avabûyî

Banî ji text, beşt ji hêlîna hechecîkan

Li dîwaran vedida dengan

Behsa xidir dikirin

Li ber ewqas dem berxwe da

Ew temenekî bi dîwaran re peyivî

Xwe sipart hesinên zingarî

Û hêvîyên aram

Gotinên nayê jibîrkirin digotin

Dengê hevdu vedişartin

Hozan di helbesta xwe ya di “Rêbera Qedexeya Navan” de, behsa lîstik û komployên tunekirina miletê xwe ya bi qedexekirina navan û bi Cûnta 12 Îlon berdewamiya wê tunekirinê dike!

“ne nan, navnî din dan destê me

Em zîvirîn xirecirên nayê têgihîştin

Berî temenê xwe ji navê xwe me derb xwar

Bi her bangê re em bûn parantez

Ji pirtûkan ketin

Her kes xwedîyê bîhnekê bû

Xwedîyê navekî jî

Derîyê em ketinê, li mala me nema vebû

Mîna rutbeyan ji navnîşanan hatin jêkirin

Neynik yekî dî rêdida

Êdî her yek em ruyekî biyanî bûn

… îlon rijîya baxçeyan

Dar yek bi yek xwe rût kir em tenê man

Berî hustiyên xwe

Ji navê xwe ve hatin daliqandin

Jixweber nebû

Bi yên şiparan ve em hatin daliqandin

Berî destên xwe, ji dengên xwe ve em hatin girêdan

…”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *