Êrişên Tirkiyeyê: Li Kobanî û 366 gundên wê kahreba nîne

Ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê li navenda Kobaniyê û 366 gundên wê kahreba nîne.

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê û navendên tenduristiyê dike.

“15 sivîl şehîd ketine”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da zanîn ku Tirkiye sivîlan dikuje û sûcên şer dike.

Mezlûm Ebdî doh jî daxuyaniyek û got, “Heta niha 17 kes şehîd ketine, tenê 2 ji wan leşker in. 48 kes jî birîndar bûne ku tenê 9 ji wan leşker in.”

Tirkiye ji 23yê mehê ve li Kobaniyê jî êrişî avahiyên xizmetguzariyê dike.

“Stasyona kahrebayê kir hedef”

Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê Ayşe Nasirê ji ANHAyê re da zanîn:

“Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona kahrebayê ya bajarê Kobaniyê yê kantona Firatê yekser kir armanc, bi wê re 366 gund û navenda bajêr ji kahrebayê mehrûm bûn.”

Li gorî agahiyên ku Ayşe Nasirê dane, bîrên avê û cihên stratejîk ên li bajarê Kobaniyê jî bi temamî sekinîne.

Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê diyar kir, ji ber ku êriş dewam dikin ew nikarin xwe bigihînin stasyonê û xisaran tesbît bikin û stasyonê temîr bikin.

Tirkiyeyê li Kobaniyê firina otomatîk a bajêr jî bombebaran kir û her wiha depoyên genim ên li gundê Roviyê jî kirin hedef.

Di êrişa li gundê Roviyê de karkerekî canê xwe ji dest da û 7 karker jî birîndar bûn.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *