Erdogan: Hedef Şam e

Recep Tayyîp Erdogan li ser êrişên Tehrîr El Şamê got, “Piştî Îdlib, Hema û Humsê helbet hedef Şam e.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê piştî nimêja înê pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Helbet hedef Şam e”

Erdogan piştgirî da êrişên Tehrîr El Şamê û komên çekdar ên li Sûriyeyê û got:

“Me bangî Esed kiribû û gotibû ku ‘Were em paşeroja Sûriyeyê bi hev re destnîşan bikin’ lê mixabin me bersiveke erênî wernegirtibû.

Piştî Îdlib, Hama û Humsê helbet hedef Şam e.

Pêşketina mixalefetê berdewam dike. Hêviya me ew e ku meşa hêzên mixalif a li Sûriyeyê bê qeza û bela berdewam bike.”

Çi bûbû?

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê piştî van rûdanan berê xwe da Humsê û li navenda bajêr jî êriş û pevçûnan dest pê kir.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *